Firoka Leşkerî ya Rûsyayê ku 15 Kes Tê de Bûn Dikeve Xwar

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê îro Sêşemê ragihand ku balafireke barhilgir ya leşkerî ku 15 kes tê de bûn, li bakurê Moskow ket xwarê.

Firoke kete xwar piştî demeke kurt ji firokxaneke bakurê Moskow'ê rabû.

Wezaretê got, "Li herêma Îvanovoyê balafireke veguhastinê ya leşkerî ji cûrê IL-76 piştî ku firîna wê pêşwext hatibû plankirin, li dema rabûnê ket xwarê. Di firokê de 8 karmendên tîma wî û 7 kesên din hebûn."

Wezaretlê di daxuyaniya ku ji aliyê ajansên Nûçeyan ya Rûsî ve hat weşandin de diyar kir ku bûyer li herêma Îvanovo ya 200 km li bakurê rojhilatê Moskow'ê pêk hatiye.

Daxuyaniya Wezaretê eşker dike ku bûyer ji ber "agirê bi yek ji motorên" firokê ketîye, û şandeke leşkerî şandiye bingeha esmanî ji bo vekirina lêkolînê li ser wê bûyerê.

Rûsya ji bo şerê ku ev zêdetirî du sal in li Ukraynayê dike, ji bo veguheztina alavên leşkerî û cengê bi rêya esmanî û bejayî zêde bikar tîne.

Moskow di Çileya borî de ragihandibû ku Kîev'ê balafireke wê ya IL-76 li nêzîkî sînorê Rûsya û Ukraynayê xistiye xwarê.

Malpera Izvestia dîmenên pêşî yên ketina firokê weşandin, û radigihîne ku tîmên agirkujiyê gihane ciyê bûyerê derhal agirê bi firokê ketî vemirandin.

Jêder: AFP