IHRNGO: Di Xwepêşandanan de 448 Kes ji Alîyê Hêzên Dewleta Îranê Hatine Kuştin

Rêxistina Mafê Mitovan ya Îranê (IHRNGO) îro Sêşemê ragihand ku di xwepêşandanên berdewam de heta niha 448 kes ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îraqnê hatine kuştin ku 60 ji wan zarok, 29 jî jin in.

IHRNGO got ku hejmarên rastîn yên kuştîyan pirtir in û ew tenê kuştinên ku bi belge, îfadeyên karmendeyên saxlemîyê û belgeyên fermî yên mirinê piştrastkirî belav dike.