Komela Mafê Mirovan (IHD) ya şaxa Wanê, rapora binpêkirina mafên mirovan ya sala 2019’an bi preskonferansekê eşkere kir.
Rêvebirê navenda IHD’ê Kasim Kalkan rapor xwend û dîyar kir ku di nav 2019’an de li Wanê bi giştî 1657 caran mafê mirovan hatine binpê kirin.
“Ji alîye hêzên ewlakarîye vê bûyerên êşkence, mumeleya xirab, li zîndanan binpêkirina mafê zîndanîyan, qedexekirina xwepêşandanan, astengkirina mafê raman, azadîya ragihandinê û mafên jin û zarokan hatine binpê kirin.”
Kalkan bi berdewamî got ku di nav sala borî de yek jî mafên herî demokratîk ye gel hatiye binpê kirin û şaredarên ku gel hilbijarine ji kar hatine dûrxistin.
“Şaredarîya Bajarê Mezin ya Wanê jî di nav de, ji 7 şaredarîyên ku di destê Partîya Demokartîk a Gelan (HDP) de bûn, qayum hat danîn. Herwiha 983 kes hatine desteser kirin û ji wan 74 kes hatine zindan kirin. Di dema serdagirtin û desteserkirinan de jî 15 kes rastî êşkence û muameleya xirab hatin. Di heman salê de di şer û pevçûnan de 5 endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin kuştin.”
Kalkan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa zindanîyan û da zanîn ku li zindanan mafê mirovan hatine binpêkirin û 6 zindanî bi sedema êşkence û muameleya xirab serî li IHD’ê dane.
Wî derheqa penaberan jî got ku li ser sînor jiber hin sedemên curbicur, 35 penaber jîyana xwe ji dest daye û 92 penaber jî birîndar bûne. “Li gor tesbîtên me 4 jin û 2 zilam xwe kuştine û zarokek jî rastî destdirêjî hatiye.”
Kalkan di dawîya preskonferansê de bal kişand ku li Wanê pirtir ji sê salan in ku hemû xwepêşandan, meş û daxuyanîyên çapemenî ji alîyê walîtîyê ve têne qedexe kirin.
Your browser doesn’t support HTML5