Komela Mafên Mirovan (ÎHD) û Waqfa Mafên Mirov ya Tirkîyê (TÎHV) li ber “10’ê Berfanbarê Roja Mafên Mirovan” li Tirkiyê li ser binpêkirina mafên mirovan raporteke berfireh weşand.
Di nav raportê de li ser aborîyê û mafên civakî, di mercê pandemîyê de mafê jiyana bi tendurîstî û li hemberî şer parastina mafê aştîyê hatîye sekinandin.
Di raportê de di nav 11 mehên sala 2021 an de binpêkirana mafên mirovan wiha tê dîyarkirin:
*Li ber înfazkirina bêdarizandinê 9 kes jiyana xwe winda kirîye û 23 kes jî birîndar bûye.
*Bi lêdan seyarê mertal ango panzêrê 4 zarok, bi tevahî 6 kes mirîye û 15 kes jî birîndar bûye.
*Li ber êrîşên nîjadpersetî 9 kes hatine kuştin û 29 kes jî hatine birîndar kirin.
*Di deh mehên sala 2021’an de 1.853 karker jîyana xwe winda kirine.
*Li ber tundîya zilaman di nav 11 mehan de herî kêm 290 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin.
*Gelên Tirkiyê sedan 80 di asta xizanîyê de ye û sedan 40 jî di asta birçîbûnê de cî digre.
*Di destpêka sala 2021’an, nav 11 mehî de 180 karmendên tendûristîyê jiyana xwe ji Covîd-19 winda kirîyê. Ji destpêka Covîd-19 heta vê demê jî 490 karmendên tendûrîstîyê mirîye.
*Di girtingehan de pirsgirêk nehatîye çareserkirin, li ber pozberîyên çekî gelek kesan jiyana xwe winda kirîye û binpêkirana mafên jiyanê jî berdewamkirîye.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’yê Ozturk Turkdogan, li Navenda Giştî ya ÎHD’yê di perskonferansê de ragihand ku li Tirkiyê desthilatîya sîyasî di hemû meselên welat de pirstgirêk durist kirîye. Turkdogan di vî warî de nêrînê xwe jî wiha anî ziman:
“Li hemberî pirsgirêka Kurd çareserkirineke aştîyê nehatîye çêkirin. Li ber vê meseleyê jî pozberîyên ku di navbera hêzên dewletê û çektaran de pêk tê hê jî gelek kes dimirin. Li Tirkiyê her çiwas bêjin ku di sala 2018’an de rewşa awarte hatîye rakirin jî lê hê jî rewşa awarte berdewam dike. Heke ev mesele neyê çareserkirin, pirsgirêkên Tirkiyê wê di warê aborî û mafên civakîde bêtir zêdebe.”
Turkdogan amaje kir ku 73 sal berê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatîye pejirandin û 72 sale ku Tirkiyê jî ev pesend kirîye, lê mafên mirovan li Tirkiyê her gav hatîye binpêkirin.
Your browser doesn’t support HTML5