Serokê ÎHD'ê: Pêwîste Tirkiye Bi Kurdan Re Aşitîyê Çêke

1ê Îlonê roja aştiyê li Tirkiyê

82 sal berê di 1 Îlona sala 1939'an de, Şerê Cihanê Ya Dûyemîn destpêkiribû. Netewên Yekbûyî di sala 1981'an de, 21 Îlonê Roja Aşitîyê dîyarkiribû.

Lê berî sala 1981an heta niha jî li Tirkîyê û gelek welatên din Yekê Îlonê wek Roja Aşitîyê ya Dinyayê tê bibîrxistin.

Rêxistinên ku mafên mirova diparêzin, girîngîyeke taybet didin Yekê Îlonê, roja aştiyê li Tirkiyê.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan da xuyakirin ku, pêwîstî bi şer na, lê bi aşitîyê heye. Turkdogan van nêrînên xwe wiha dîyar dike "Di Yekê Îlonê de Almanyayê Şera Cihanê ya Duyemîn dabû destpêkirin. Di vê şerê de bêtirî 60 mîlyonî kes jiyana xwe ji dest da. Ana ev roj li hemû dinyayê wek roja aşitîyê tê pîrozkirin. Wateya vê rojê ewe ku êdi bila şer nebe aşitî çêbe. Lê mixabîn em dibînin ku hê jî di gelek welatan de şer didome."

Ozturk Turkdogan Serokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê

Turkdogan di alîyê berdewamkirina şer de li ser rewşa Tirkiyê ji dikesine. Li gorî Turkdogan, pêwîste ku Tirkiye şerê navxweyî yê welatê xwe jî çareser bike. Turkdogan vê yekê jî wiha dîyar dike, "Yekê Îlonê em li Tirkiyê wiha têdigîhîn. Bi salane ku li Tirkiyê li hemberî Kurdan pozberîyek tê meşandin. Ya girîn ewe ku Tirkiye pozberîyên nav xwe çareser bike û bi Kurdan re aşîtîyeke maynde durist bike. Di sala 2015 an de pêvajoya aşitîyê hate xirakirin. Ev 6 sale ku desthilatîyê li hemberî Kurdan rê û rêbazên pozberîya derxist pêş. Ji bo vê jî pêwîstî niha bi pêvajoyeke aştîyê ya nû heye."

Serokê İHD'ê Turkdogan li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd jî rawestiya û wiha got, "Aşitî tiştekî wisa girînge ku him şertên Netewên Yekbûyî de û him jî Danezana Mafê Aşitîyê de jî heye. Pêwîste ku Tirkiye guh bide van deran. Şeş salên dawî de şerê ku li hemberî Kurdan hate destpêkirin hîç çareserîyek neanî. Ji bo çareserîyê pêwîste ku Tirkiye him li gel PKK’ê danûstandinên nû bike û him jî tecrîda ser Serokê PKK Abdullah Ocanan rake û bi HDP’ê re jî têkilîyên nû dirust bike."

Şerê Cihanê yê Duyemîn di navbera salên 1939-1945 an de hatibû çêkirin û şeş sal di nabera welatên dinyayê de berdewam kiribû. Piştî ku ev şer bidawî bû welatên dinyayê ji bo ku car din şereke weha pêk neyê Netewên Yekbûyî damezirandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 01 09 2021