ÎHD bi Raporteke Nû Bal Dikşîne Ser Binpêkirinên Dema Hilbijartinên 14'ê Gulanê

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) li ser hilbijartinên 14 Gulanê û her du gerên hilbijartinên serokomarîyê raporteke bi navê “Di Hilbijartinan de Binpêkirina Mafên Mirov” amade kir.

Di raportê de givaştinên ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) cîyekî girîng digire û tê gotin ku HDP di bin gefên girtinê de, ji neçarî di bin navê Partîya Çep ya Kesk beşdarî hilbijartinê bûye.

ÎHD vê yekê jî li gor xalê wekhevîyê kêşeke mafên mirova dîyar dike.

Dîsa di qadên hilbijartinê de tê ragihandin ku di dema propagandayê de li pêşîya HDP’ê gelek kêşeyên ne hiqûqî pêk hatine. Li hin cîhan astengî li hemberî mîtingê HDP’ê hatine danîn û gelek endamên HDP’ê hatine binçav kirinû û rastî tundî û êrîşan hatine.

Raport dîyar dike ku xencî HDP’ê di hilbiartinên 14 Gulanê de li ser partîyên din jî binpêkirinên hiqûqî qewimîne, çavkanîyên bi giştî bi awayekî dadmendî nehatine bikaranîn û ev yek jî di propagandaya hilbijartinê de bûye sedema newekhevîyan.

ÎHD’ê ev raport bi Komela Mafên Wekhev û 450 kesên dilxaz ve li nav qadên hilbijartinê amade kirîye.

Raport dide zanîn ku desthilata sîyasî ve li ser gelek kesan tirsandinê çêkiriye û pir kes rastî êrîşan hatine, erkdarên ser sindoqan û berpirsên opozîsyonê rastî zext û zorên desthilatîyê hatine.

Piştî hilbijartinê karbisdestên desthilatîyê ragihandin ku ev hilbijartin bi awayekî dadmendî hatîye çêkirin û her tişt li gor rê û rêbaza dîmokrasîyê dawî bûye.

Lê, raporta ÎHD’ê bal dikşîne ku wezîrên ku ji bo endamtîya parlementoyê bûne namzed, erka xwe ya fermi bi kar anîne û bi çavkanîyên dewletê propagandaya hilbijartinê kirine.

Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ji Dengê Amerîka re got ku çavkanîyên dewletê ji alîyê desthilatîyê ve jibo hilbijartinê hatine xebitandin.

“Hemû çavkanîyên dewletê ji alîyê desthilatîyê ve hate bikaranîn. Li gelek cîhan bi awayekî vekirî deng hatine dayîn, muşahît û nûnerên partîyan li ser sindoqan hatine asteng kirin, hin ji van jî rastî êrîş û tundîyan hatine. Kesên ku li ser sindoqan hatine erkdar kirin, xebatên xwe li gor standartên mafên mirovan nekirin.”

Di bikaranîna amûrên ragihadinê de jî newekhevîyek di raportê de cî digre. Li gor vî jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, televîzyonê dewletê (TRT) di serî bi dehan televîzyona de propagandayeke bê sînor kiriyê, lê opozîsyonê tenê bi yek-du kanalan karibûye ku dengê xwe bigîhînin hilbijeran.

Di hilbijartinê de binpêkirina hiqûqê pir caran hatibû rexne kirion. Parêzer Emrah Altinugur dibêje ku zêdegavîyên ser hilbijartinê herê zêde li ser sindoqan pêk hatiye.

“Divê hemû erkdarên sindoqan li gor hiqûqê bê alî bin, lê di hilbijartinê de ev yek hat binpê kirin. Mixabîn di vê hilbijartinê de jî hiqûq di bin pîyan de ma.”

Di roja 28 Gulanê dawîya hilbijartinê de Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener gava encama hilbijartinê ragihand, got ku di dayîna dengan de ti bûyereke neyînî çênebûye.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_07_06_2023_Raport_Hilbijartin