Jêderên ji Îdlibê radigihînin ku piştî agirbesta Tirkîye û Rûsya herêm li herêmê pevçûn çênebûye.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku piştî destpêka agirbestê, Îdlib aram û bêdeng bûye.
SOHR’ê bal kişand ku li dora Îdlibê firokên Rûsya û Artêşa Sûrîyê xuya nabin.
Danûstandinên berê jiber ku bi ser neketibûn sîvîlên herêmê bi guman li agirbesta dawî dinêrîn.
Hin şirovekar dibêjin ku heta li herêma Îdlibê esman bo firokan neyê qedexekirin, domandina agirbestê zor e.
Wezîrê Derve yê Holanda Stef Blok jî li civîna wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kir ku agirbesta Îdlibê divê bi qedexekirina firînên li herêmê were xurtkirin.
Rûsya piştgirîya Artêşa Sûrîyê dike û li alîyê din Tirkîyê alîkarîyê dide serhildayên Sûrî.