Deverên bakur û rojavaya Sûrîyê ku li jêr kontrola çekdarên opozisyona Sûrî ne êdî bûne paytexta nû ya terorîzma cîhanê, kovara Foreign Policy ragihand.
Kovara Amerîkî di raporteke roja Sêşemê de got ku di operasyoneke hêzên taybet yên Amerîkî de destpêka Sibatê rêberê koma DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm el Haşimî el Qureyşî li bajarokekî bakur û rojavaya Sûrîyê nêzîk sînorê Tirkîyê hate kuştin.
Dever bi piranî li jêr kontrola Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) e û hebûneke leşkerî ya berçav ya Tirkîyê jî li wir heye.
Li gor hatiye ragihandin, mala el Qureyşî nêzîkî xaleke kontrolê ya rêxistina HTŞ û bingeheke leşkerî ya Tirkîyê bû, kovarê dîyar kir.
Ew bajarok li parêzgeha Îdlibê dikeve û li jêr destê çekdarên opozisyona Sûrî ye. Li heman parêzgehê di sala 2019’an de rêberê din yê DAIŞ’ê Ebû Bekir el Bexdadî jî ser destên hêzên Amerîkî hatibû kuştin.
Foreign Policy got ku ji sala 2015’an ve Amerîka hejmareke mezin ji rêberên DAIŞ û el Qayîde û rêxistinên din yên Îslamî li Îdlibê kuştîye. Piranîya van êrîşan jî bi rêya dron û firokên bêmirov bûn.
Kovarê anî zimên ku Îdlib êdî cîhê Pakistanê wekî stargeha grûpên tundrê girtîye.
Di sala 2011’an de rêberê el Qayde Osama bin Laden ji alîyê Amerîkîyan ve li bajarê Abbottabad yê Pakistanê hate kuştin. Di wê demê de Pakistan bûbû penagehek jibo rêberên el Qayde û Talîbanê.
Kovar di analîza xwe de dide zanîn ku du bijare derbarê Îdlibê li pêş Amerîkayê hene.
Yek jî ku rewşa heyî li wir bidomîne, anku vê deverê li jêr kontrola Tirkîyê bihêle û bi azadî li wir tevbigere û êrîşên dijî terorê li wir pêk bîne. Bijareya din jî ew e ku Washington stratejîyeke herêmî ya nû ligel Rûsyayê ava bike, tê de Îdlib vegere bin kontrola rejîma Sûrîyê.
Foreign Policy di dirêjîya raporta xwe de dîyar kir ku Tirkîyê hevkarî û kordînasyonê ligel HTŞ’ê dike, jiber ku HTŞ dikare wê deverê kontrolê bike, û ev jî jibo Tirkîyê girîng e da ku rê li ber hêzên Kurdan bigire. Lê Tirkîyê ne şerê el Qayde dike, ne jî yê DAIŞ’ê, raportê got.