Li Kobanê Nexweşxaneyeke Taybet Hate Vekirin

Di meha Hezîranê sala 2015an de rêxistina ICOR ya Almanî li Kobanê dest bi avakirina nexweşxaneyekê kir.

Piştî 5 mehan ji karê ji alî 170 xebatkarên bîyanî ji 10 dewlatên dinyayê û alîkariya gelek xebatkarên xwecîhî, di 20î meha Mijdarê de avakirina vê nexweşxanê bi dawî bû.

Piştî ku avakirina nexweşxanê bi dawî bû festîvalek hat li darxistin û di navbera nûnerên ICOR û Enwer Mislim, Serokê Desteya Rêvebirî ya Kobanê peymanek hat îmzekirin û nexweşxane bi fermî radestî hikûmet Kantona Kobanê bû.