Lêkolîneke Nû Dibêje Cureya Omicron 5 Car Zûtir Belav Dibe

Wêneyeke ji xebatên ser cureya Omicron ya vîrusa covid ya COVID-19

Imperial College London (ICL) li ser bingeha pêzanînên Ajansa Ewlekarîya Saxlemîyê ya Brîtanya û Xizmetên Saxlemîya Neteweyî di derbarê cureya nû ya vîrusa korona Omicron de, encamên lêkolîneke nû bi roprekî weşand.

"Bi kontrolkirina rewşa vaksînlêdanê, temen, zayend, etnîk,rewşa nîşanan, herêm û dîroka nimûneyê,nîşan dide ku Omicron li gor Deltayê 5.4 qat bilindtir rîska pêketina bi nexweşîya COVID-19, pêk tîne," rapor dibêje.

Lêkolîn dîyar dike ku rîska jinûve pêketina nexweşîya COVID-19 bi rêka cureya Omicron pênc qat zêdetir e û ti nîşanek ji cureya Deltayê ya siviktir nîşan nedaye.

Hevdem, lêkolîn nîşan dide ku bûyerên COVID-19 bi rêka cureya Omicron li seranserê Ewrupayê zêdetir dibin û her wiha pîrozbahîyên dawîya salê dike nava xeterîyê.

Lêkolîna Imperial College London, li Îngîltere ser bingeha pezanînên kesên ku di Mijdara 29'an heya 11' ê Berfanbarê, testên wan yên COVID erenî derketine, hatiye kirin.

" Me hem di derbarê dermankirina li nexweşxaneyê û hem jî di warê nîşanên nexweşîyê de, ti delîl neditîye ku Oicron ji cureya Deltayê dibe sedema rewşek giran," lekolînê got.

Hevdem, di raporê de hat gotin ku li gor lêkolînê, rêjeya rakirina nexweşxaneyê ya bi sedema Omicran pir kêm e.

ICL da zanîn ku parastina ku ji pêketina paşîn saz bûye di rewşa pêketina bi Omicron de dibe ku ji % 19 kêm be.

Imperial College destnîşan kir di lêkolînê de 333.000 bûyer hatine analîz kirin, 122.062 bûyerên cureya Delta û 1,846 yên jî Omicron yên nexweşîya COVID-19 ku vîrusa korona dibe sedem.

Her wiha, ICL da zanîn ku lêkolîna wan hîn ji hêla pisporên serbixwe nehatiye nirxandin.

Pispor dibêjin ku pêzanînên nû dibe ku li çend welatên Ewrupî ragihandina qedexeyên tund bilez bikin, da ku rê li ber belavbûna cureya nû Omicron were girtin.