ICJ Daxwaza Dijî Almanya Red Kir

Serokê ICJ Newaf Selam di doza Nîkaragua û Almanya de, ya ser şerê Îsraîlê li Gaza, biryara dadweran eşkere dike, Den Haagê, Hollanda, 30 Nîsan ;2024,

Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ) îro Sêşemê serlêdana Nîkaragua red kir ku Almanya alîkarîyên leşkerî jibo Îsraîlê rawestîne, fînansekirina Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) jinûve bide destpê kirin jiber ku li Gaza xeterîya jenosîdê heye.

ICJ, ku wek Dîwana Edaletê jî tê zanîn, got ku jibo dayîna fermanek wiha şertên qanûnî pêk nehatine û berevajî 1’ê bi 15 dengan daxwaza Nîkaragua red kir.

"Li ser bingeha zanyarîyên rastîn û gotarên hiqûqî yên ku alîyan pêşkêş kirine, dadgeh giheştîye encamê ku şertên heyî jibo fermana tedbîrên demkî, pêwîstî bi karanîna desthilata xwe nabîne, ," serokê ICJ Newaf Selam got.

Selam fermana ICJ ya ser Îsraîlê bi bîr xist ku destûra pirtir alîkarîyên jibo Gaza bide û fîkarên dadgeha xwe ya ser rewşa mirovahê li Gaza dubare kir.

"Dadgeh bi sedema şertên pir xirab yên Filîstînîyên li Kerta Gaza bir xembar e, bi taybet jî jiber nêbûna demdirêj û berbelav ya xwarin û hewcedarîyên din yên bingehîn," Selam got.

Lê, ICJ ku dadgeha herî bilind ya NY ye, serlêdana Nîkaragua bi temamî red nekir. Dadgeh wê gotarên her du alîyan li ser bingeha doze guhdar bike, ku tê îdiakirin ku Almanya di pêşîgirtina jenosîda li Gazeyê têkçûye.

Nîkaragua Berlînê bi binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî û Peymana Jenosîdê ya 1948’an jî tawanbar dike, bi dayîna çekan Îsraîlê re. Ev yek, wek tawanbarîya serekî ya di dozê de ye .

ICJ ku dadgeha herî bilind ya NY ye, ew beşa tawanbarîya Nîkaragua red nekir ku wê gotarên her du alîyan jî gohdar bike ku li bende ye bi mehan bidome.

Xwepêşanderên ku alîgirê Filistînê bûn, li derveyî avahîya ICJ biryara dadweran şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Almanya li ser X’ê de pêşwazîya biryarê kir.

"Almanya ne alîgirê pevçûnên li Rojhilata Navîn e - beravajî: em şev û roj jibo çareserîya du dewletî dixebitin. Em jibo Filîstînîyan peydakarê herî mezin yên alîkarîyên mirovahî ne. Jibo ku alîkarî bigihêje gelê Gaza em dixebitin," Wezaretê got.

Lê, wezaretê got ku mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û hîn zêdetirî 100 dîl di destê Hamasê de wek mertal tên karanîn.

Serokê tîma dadmendî ya Nîkaragua, Carlos Jose Argüello Gómez got ku welatê wî wê hewlên hiqûqî yên ser îdiayên xwe bidomîne.

Îsraîl ku di doza di navbera Nîkaragua û Almanya de tuneye, bi tundî red dike ku êrîşa wê ya li Gaza kiryarên jenosîdî dihewîne.

Doza Nîkaragua jibo rawestandina êrîşa Îsraîlê li Gaza hewla qanûnî ya herî dawî ye ku welatekî ku bi gelê Filîstînê re xwedî têkilîyên dîrokî ye, pêk tîne.

Jêder: AP