Îzlanda Karên Balyozxaneya Xwe ya li Rûsya Radiwestîne

Îzlanda îro Sêşemê ragihand ku wê xebatên balyozxaneya xwe ya li Rûsya rawestandine.

Wî welatî dîyar kir ku jiber ku peywendîyên bazirganî, çandî û sîyasî yên bi Rûsya re di asta herî nizm de ne biryareke wisa hatiye dayîn.

Meha Hezîranê Îzlanda dîyar kiribû ku ewê mîsyona xwe ya li Rûsya bigire.

Wezareta Derva ya Îzlanda ser girtina balyozxaneya li Rûsya daxuyanîyek weşand.

‘’Rawestandina karên balyozxaneya Îzlanda ya Rûsya nayê wê wateyê ku peywendîyên dîplomatîk yên bi wî welatî re qut bûne.’’

Di daxuyanîyê de hat gotin ku piştî başbûna şertan ewê Îzlanda bala xwe bide ser ku jinûve balyozxaneya xwe bixebitîne.

Îzlanda welatê pêşî yê Ewrupa ye ku jiber kêmbûna peywendîyên bi Rûsya re karên balyozxaneya xwe ya li wî welatî radiwestîne.

Jêder: AFP