ICC Tîma Lêpirsîna Tawanên Şer ya Herî Mezin Dişîne Ukrayna

Kerîm Xan, Dozgerê Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC)

Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) îro Sêşemê ragihand ku wî tîmeke ji 42 lêpirsîneran, pisporên dadwerî û karmendên din şandine Ukrayna, di çarçoveya lêpirsînekê ser tawanên şer yên gumanbar yên di dema dagirkirina Rûsya de.

Dozger Kerîm Xan Sêşemê dîyar kir ku wê xebata tîmê ya li Ukrayna bandora kiryarên ICC’ê yên dadwerî û lêpirsînê bi girîngî xurt bike.

"Xebatên tîmê berhevkirina şahidîyan, nasandina materyalên dadmendî baştir bike û alîkarî bike ku delîl bi rengekî ku pejirandina wan di dozên siberojê de xurt, li dadgehê werin civandin," Xan got.

Tê bawer kirin ku ji destpêka dagirkerîya Rûsya li Ukrayna ya di di 24ê Sibatê de vir ve bi hezaran sivîl mirine.

Lê, bo niha ne pêkan e ku hejmarên rastîn bi rengekê serbixwe werin piştrast kirin.

Bûyerên darvekirin û karanîna bombeyên goşeyî ji alîyê hêzên Rûsî ve hatine ragihandin.

Li gor pîvanên ICC bo ku êrîşeke wek tawana dijî mirovahîyê were bi nav kirin, divê di çarçoveya peymana damezrîner ya dadgehê de be dibêje "êrîşeke berfireh yan sîstematîk ya dijî sivîlan be.