ICC Hizira Desteserkirina Hin Karbidestên Rûsî Dike

Ajansa Reutersê îro Înê ragihand ku Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) difikire ku dijî hin karbidestên Rûsî biryara desteserkirinê derxe.

Dadgehê wê bi sedema ku wan fermana bi zorê dersînorkirina zarokên Ukraynî û armancgirtina binesazîya sîvîlan dane, biryareke wiha bide.

Jêderên agahdar ji ajansê re got ku pêkan e di çarçoveya tawanan de jenosîd jî hebe û ger dadwerê pêşdadgehê helwesteke erênî nîşan bide, ne dûr e ku biryar di demeke kurt de derkeve.

Pispor bal dikşînin darizandina Moskowê jiber tawanên ceng dikare tenemayîna Rûsya ya di qada navnetewî de hîn kûrtir bike.

Dîsa, biryareke wiha wê dijwartir bike ku ew kes bikaribin li dervayê welêt bi hêsanî rêwîtîyê bikin.