IAEA Hember Xeterîyên Navokî li Ukraynayê Hişyarî Dide

Kargeha navokî ya Çernobîl

Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi hişyarî Rûsya ku şerê nêzî kargehên navokî dikare bibe sedema malwêranîyê mezin.

Grossi, di civîneke taybet ya rêvebirên payeblind yên IAEA de. Îro Çarşemê got ku ew ji rewşa li Ukraynayê pir xembar e.

Wî bal kişand ku cara yekê ye ku şerekî leşkerî li dora kargehên navokî pêk tê, ku di nava wan de kargehan navokî ya Çernobîl (Chernobyl) jî heye ku di 1986an de yek jî wêranîyên herî mezin yên cîhanê li wê derê qewimîbû.

Grossi ji alîyên şer xwest ku ewlehî û parastina karmendên kargehên navokî misoger bikin.

“Gelek girîng e ku mirovên wêrek ku wan kargehên navokî yên li Ukraynayê dixebitînin, bi rê ve dibin û pirsgirêkên wan çareser dikin, di nava ewlehî û parastinê de, bê tirs û givaştin bikaribin karên xwe bidomînin,” Grossi bi berdewam got.