Berpirsê IAEA û Karbidestên Navokî yên Îranê li Vîyana Civîyan

Wêneyeke ji civîna berpirsê IAEA, Rafael Grossi, û karbidestên navokî yên Îranê li Viyana, 27 Îlon,2022

Berpirsê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), Rafael Grossi, îro Sêşemê dîyar kir ku ew ligel hevtayê xwe yê Îranî Mihemed Îslamî û karbidestên din li Vîyana civîya ye.

Grossi ragihand ku wan ser lêpirsîna berdewam ya IAEA ya ser xebatên navokî yên Îranê gotûbêj kirine.

Grossi di derbarê civînê de ser hesabê xwe yê Twiteerê peyamek weşand.

"Dîyaloga bi Îranê re ya ser zelalkirina pîvanên ewlehîyê yên berdest jinûve dest pê kir, " wî rgot.

Grossi herwiha got ku wî ligel Îslamî, cîgirê serokomar û serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê û danûstandinerên din yên Îranê hevdîtin kiriye

Wî herwiha wêne yên xwe bi Mihemed Îslamî û yên bi danûstandinarên din re jî parve kir.

IAEA, ku sazîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, bi salane lêpirsînekê didomîne, ser xebatên wê yên çêkirin û dewlemendkirina parîyên uranyumê ku li cihên ne diyarkirî birêve dibe.

IAEA di çarçoveya vê lêpirsînê de ji Îranê agahî û bersîva hin pirsan daxwaz dike.

Wek alîyê peymana navokî divê Îran pêyvajo û cîhên xebatên ser dewlemendkirina Uranyumê - şopên radyoaktîf- bi IAEA re parve bike, bihêle ku pisporên ajansê serdana wan navedan bikin û lêkolînan pêk bînin ku ew raporên nirxandinên serbixwe amade bikin.

Li gor peymanê, divê Îran garantîyê jî bide ku ew uranyum wek beşek ji bernameya çekên navokî nayê bi kar anîn.

Di danûstandinan di navbera Komara Îslamî û hêzên cîhanî de ev lêpirsîna IAEA bûye xaleke nakok yên bo vejandina peymana navokî ya 2015’an.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di Tebaxê de gotibû ku divê lêpirsîna IAEA ya ser vê mijarê were rawestandin da ku Îran jinûve pabendî peymanê bibe.

Sazîyên îstixbarata Amerîkî, welatên Rojavayî û IAEA dibêjin ku Îranê heta sala 2003’an bernameyeke rexistinkirî ya çekên navokî birêve dibir.

Lê Îran ji destpêkê vir ve van gotaran red dike û dibêje ku ti carî nêt yan armanca wê ya çêkirina çekên navokî tuneye û herwiha bernameya wê ya navokî aştiyane ye.

Di destpêka vê mehê de, IAEA bi raporteke Îran bi tundî rexne kir.

IAEA di raportê de got ku rêberên Îranê heya niha ser hebûna van parîyên uranyumê ravekirinên "pêbawer" pêşkêş nekirine.

Sazîya çavdêrîya navokî ya NY destnîşan kir ku IAEA ne di rewşekê de ye ku piştrast bike ku bernameya navokî ya Îranê bi tevahî û tenê aştiyane ye.