IAEA: Îran bi Peymana Navokê Pêbend E

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) îro da zanîn ku Îran di xebatên xwe yên navokî de, di çarçoveya sînorên rêkeftina 2015’an ya ligel hêzên cîhanê de maye.

IAEA di raporta pêdaçûnê ya çar mehî de dîyar kir ku Îran xalên bingehîn yên peymana ligel Amerîka, Çîn, Rûsya, Fransa, Almanya, Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa bi cîh tîne.

Serokê Amerîka Donald peymana navokî ya bi Îranê bi tundî rexne kiribû û wek rûreşîyeke mezin bi nav kribû.

Wî bang li li alîyên din yên peymanê kiribû ku wê rêketinê pûç bikin, lê wan hemî daxwaza Trump red kiribû.