Rêvebirê IAEA Dê Roja Çarşemê Serdana Îranê Bike

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) Rafael Grossi

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) Rafael Grossi, wê li ser vexwendina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemê bigihêje Îranê, Ajansa fermî ya nûçeyan ya IRNA`yê got.

Ajansê herwiha ragiahnd ku hevdîtinên fermî yên di navbera Grossî û karbidestên Îranî de wê roja Pênşemê pêk werin.

Grossî herî dawî di Gulanê de serdana Îranê kiribû û jibo lihevkirinek ser bernameya navokî ya Îranê banga pîvanên "berçav" kiribû, di konfêranseke rojnamevanî de, li parêzgeha Esfehanê, ku navenda dewlemnedkirina uranyumê ya Natanzê ye.

Rêvebirê IAEA, roja Çarşemê gotibû ku jibo gotûbêjkirina bernameya navokî, dibe ku ew di rojên pêş de serdana Îranê bike û ew çaverê dike ku bi serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump re li ser vê mijarê hevkarîyê bike.

Di serdema yekê ya seroktîya xwe de, Trump bi awayekî yekalî Washington ji peymana navokî ya navnetewî vekişand, ku di berdêla rakirina toleyan de, rawestandina bernama navokî ya Îranê armanc dikir.

Hewlên bi navbeynkarîya Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo vegerandina Washingtonê û jibo ku Tehran jinûve dest bi bicîhanîna şertên peymanê bi ser neketin.

Îran ji wê demê ve sozên xwe yên li ser sînodarkirina çalakîyên navokî yên di çarçoveya peymanê de paşde vekişandine, û di navbera Tehran û IAEA de li ser pabendbûna peymanê gelek caran alozî derketine.

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan, ku di Tîrmehê de dest bi kar kir, alîgirê vejandina wê peymanê bû û daxwaza bidawîkirina îzolekirina welatê xwe kir.

Roja Sêşemê, Trump ji rojnamevanan re got ku ew "naxwaze zararê bide Îranê," lê hevdem bal kişand ku nabe Îran "bibe xwedî çekên navokî".

Îran çêkirina çekên navokî red dike û dibêje ku armanca bernameya wê navokî bi tevahî aştiyane ye.

Roja Şemiyê, Cîgirê Serokê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji Trump xwest ku siyaseta xwe ya "zexta herî zêde" jinûve binirxîne, wek nîşan bi cezayên Amerîka yên dijî Tehranê.

Jêder: AFP, Reuters