Îmam Taşçier: Daxuyaniyên Karbidestên Tirk Gef In

Daxuyanîyên karbidestên Tirk yên li dijî hêza parastina ser sînorê Sûrîyê berdewam in.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê li parlamentoyê di gotara civina gruba AKP’ê de vê hêzê wek "artêşa terorê" bi nav kir.

“Înşallah sibê dusibe, di nav demeke kurt da emê ji Efrîn û Minbicê dest pê bikin û emê kozikên rêxistinên terorî yên li Sûrîyê yek bi yek tune bikin. Ne ew alîyên ku wekî mutefîkê me xuya dikin, ne jî piştevanên terorê ku xwe di kirasê sîyasetê de nîşan didin, dikarin rê li ber me bigrin."

Ji alîyê dinê ve, Serokerkanê Tirkîyê Orgeneral Hulusî Akar îro li paytexta Belçîka, Brukselê beşdarê Civîna Komîteya Eskerî ya Sererkanên NATO dibe.

Ajansa Anadolu ragihand ku Akar di civîna NATO de wê hin hevdîtinan bike û di vê çarçoveyê de bi Joseph Dunfordê, Sererkanê Amerîka re jî bicive. Ajans dibêje ku çaverê ye ku mijara serekî Efrîn be.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî di daxuyanîyek de got ku divê Amerîka dîyar bike ku li alîyê kê ye.

"Gelo ew li alîyê hevalbenda xwe ye, yan li alîyê rêxistina terorê ye? Plana Amerîka avakirina artêşekê ji YPG’ê ye. Em çawa li dijî PKKê têkoşîn didin, emê li dijî YPG’ê jî tekoşînê bidin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê, Îmam Taşçier wan daxuyanîyên karbidestên Tirk şîrove dike û dibêje ku ew daxuyanî helwesteke emperyalîstnîşan didin.

“Tirkîye bi serê xwe nikare bikeve Sûrîye; ku bikevê, nikare derkeve. Jibo ku Kurd nebin xwedî statuyekê, karbidestên dewleta Tirkîye wan daxuyanîyan didin. Ez wan wek gef dibînim."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_01_16_2018