Hîzbullah û Îsraîl Êrîş Dibin Ser Hevdu

Hêzên Îsraîlî êrîş dibin ser Lubnanê

Hîzbullah îro ragihand ku jiber êrîşên artêşa Îsraîlê yên Çarşemê yên dijî Lubnanê, wan jî wek bersîv bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kiriye.

Hîzbullah di daxuyanîya xwe de bi bîr dixe ku Îsraîlê pêr ji êrîşên esmanî li ser herêmên El-Curmuk û Eş-Şewakîrê yên li başûrê Lubnanê kiribûn û komên girêdayî Hîzbullahê jî bi mûşekan êrîş kirine.

Jêderên xwecîhî ragihand ku piştî vê êrîşê, artêşa Îsraîlê jî careke din êrîşên esmanî pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku hêzên wê pêşîya gelek roketan girtin û neheştin ew bigehijin nav axa Îsraîlê.

Îsraîlê piştî çend salan cara pêşîn e ku dijî Lubnanê êrîşên esmanî li dar dixe.

Artêşa Îsraîlî do Pêncşemê qebûl kiribû ku wê bersîvdana roketên Hîzbullahê, wê êrîşên esmanî li dijî wê rêxistinê li dar xistine.

Hîzbullahê jî îdia kir ku jiber êrîşên artêşa Îsraîlê yên Lubnanê, wê wek bersîvdana bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir.