Tevî Zedêbûna Pêketîyan, Hîndistan Qedexeyên Dijî COVID-19 Sist Dike

Dîmenek ji dema vlîrusa korona li Hîndistan

Gelek eyaletên Hîndistanê îro Sêşemê tedbîr û qedexeyên dijî vîrusa korona sist dikin.

Bi armanca kêmkirina hilweşandina aborî ya jiber vîrusê ewê destûr were dayîn ku pirtir kargeh, karsazî û cîhên giştî jinûve vekirin.

Lê, rêjeya bûyerên rojane yên nû yê Hîndistan li cîhanê di asta herî bilinde ye û heya niha nêzîkê 3.7 mîlyon kes bi nexweşîya COVID-19 ketine.

Rojek berê, hikûmeta Hîndistanê ragihand ku aborîya welat di çaryeka Nîsan-Hezîranê de % 23.9 piçûk bûye,ku ev rewşa herî xirab ya 24 salên dawî ye.

Rêjeya bêkarîyê her diçe zêde dibe û bi mîlyonan kes bêkar mane. Hîndistan bi hêviya pêşîgirtina zarara aborî tedbîr û qedexeyan gav bi gav sist dike û ragihand ku trenên metroyên bajarî dikarin Duşema bê dest bi xizmetê bikin.

Hîndistan nêzê sê hefteyan e ku li cîhanê hejmera herî bilind ya bûyerên vîrusê ya yek rojêke radigihîne.

Li Hîndistan îro Sêşemê 69.921 bûyerên nû yên vîrusa korona hatiye tomar kirin û zêdetirî 65,000 kes jî bi sedema heman vîrusê jîyanên xwe hinda kirine.

Pispor dibêjin Hîndistan, li cîhanê welatê sêya ye ku herî zêdetir hatiye bandorkirin, û bi rengekî lezgînî dibe navenda nû ya vîrusa korona û herwiha xûya dike ku hejmara tevahîya COVID-19 ya wî welatî di demekî nêzde wê Brezîlya û Amerîka derbaz bike.

Piranîya bûyerên Hîndistanê li eyaletên rojavayî Maharashtra û çar eyaletên başûrî Tamil Nadu, Andhra Pradesh, Telangana û Karnataka, lê pêlên nû yên vîrusê li heremên fireh yên welat têne tomar kirin. pergala lênihêrîna tenduristiyê ya ku kêm pêhatî ye.

Ev rewş zorê dide sîstema saxlemî ya lawaz kerestekirî. Hikûmeta federal, tîmên taybet şandiye eyaletên xizan, da ku rewşê bişopînin.

Roja Sêşemê, Hîndistanê tevî daxwazên xwendevan ku ezmûnên zanîngehê jiber pandemîyê were paşvexistin, dar xistin.

Xwendevan û gelek partîyên opozîsyonê dibêjin ku ew ditirsin ku di encama pêkanîna ezmûnan rêjeya belavbûna bûyerên vîrusê zêde bike. Pêkanîna ezmûnan berê du cara hatibûn paşvexistin.