Hello Washington: Xwepêşandanên Herêma Kurdistanê Û Têkçûna Rewşa Aborî

Xwepêşandanên Silêmaniyê

Çendîn sal in, li Herêma Kurdistana Îraqê aloziyên rewşa aborî û pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Bexda de dom dikin.

Kêşeyên aborî li Herêma Kurdistanê bûne sedem ku, hikûmet êdî nikare di dema xwe da mehane û mûçeyên karmendan bide. Hin caran du meh drbaz dibin karmend û fermanberên li herêmê mûçeyên xwe nastînin, ev jî bûye sedem ku rewşa aborî ya karmendan û malbatên wan xerab bibe, zêdebarî nedana mûçeyan li herêmê raportên rojnamegerî dibêjin, hikûmet nêzî 27 milyar dolaran qerdare,

Gel gazinan ji desthilatê dike jiber ku petrola herêmê tê firotin lê ew sûdekî ji firotina petrolê nabînin û nizanin dahatê petrolê û yê deriyên sinorî ku rojane milyaran dînarên îraqî digire kude diçin û li çi tên mezaxtin.

Ji derveyî pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên siyasî yên herêmê bi hikûmeta Bexda re tên dom kirin, asoyên çareseriyê jî nediyar in, girbestên petrolê yên hikûmeta Herêmê bi Tirkiyê re xalên sereke yên van nakokiyane.

Di rojên borî de çend parlementerên Kurd li Bexda dest bi kampeynaekê kir bû ku hikûmeta herêmê girbestên petrolê yên bi Tirkiyê re eşkere bike û Bexda petrol biforşe û mûçeyên karmend û fermanberên herêmê raste rast ji Bexda bihên dan, lê ev hewildan rastî rexneyên tûnd tê ji aliyê berpirs û beşekî Kurdan de û weha tê şirove kirin ku êdî Bexda dikare li herêmê kontrola her tiştî bike û destkeftên Kurdan yên heta niha bidest xistine bikevin di xeterê da.

Gulizar Reşîd Sindî

Neçareser kirina pirsgirêkên bi Bexda re û nedana mûçeyan di van rojên dawiyê da de di parlemena herêma Kurdistanê de jî alozî di navbera ednam û fraksyonên di parlemenê de derketbûn, herwiha bûn sedema derketina xwepêşandanan li bajarê Silêmaniyê, roja du rojên borî de hezaran kes daketin kolanan, siloganên li dij berpirsên û hikûmeta herêmê bilind kirin û gotin hikûmeta gendel nikare ne mûçeyan bide û ne pirsgirêkên bi Bexda ra çareser dike.

Alîkarê aborî yê weberhênanê yê serokê Hikûmeta Herêmê Rêbaz Hemlan Pêncşemê bo kenalên mediya navxweyî axift bû û dabû zanîn ku girêbestên petrolê yên bi Tirkiyê re girêbestên stratejîne û aliyên din jî yên beşdar di hikûmetê da li ser girêbestên 50 salan yên bi Tirkiyê re agihdar in.

Lê hin partiyên siyasî û parlementar dibêjin tenê çend kes çarenivîsa girêbestên petrolê yên bi Tirkiyê re dizanin û ew girîbest ne di zelal in.

Bo danûstandina li ser van pirsgirêkan, xwepêşandan û nerazîbûnên gel li hember hikûmet û parlemena herêma Kurdistanê, bernama Hello Washington mêvandariya Gulîzar Reşîd Sindî, endama parlamemena Herêma Kurdiatanê ji fraksyona PDKê û Cîgira Berpirsê Komîta Samanên Sirûştî û Sîpan Salim endamê parlamena Herêma Kurdistanê ji fraksyona Newey Niwê kir.

Sîpan Salim

Herwiha Rêbaz Mecîd Nûçegihanê Dengê Amerîka ji Silêmaniyê li ser xewpêşandanên herî dawî û nerazîbûnên gel li Silêmaniyê axftin kirin û wî got ku, hezaran kes daketine kolanan û siloganên dij hikûmetê û li dij gendeliya avêtin, herwiha wî got ku tundî di xwepêşandanan de rûdaye û hin kes hatin binçav kirin û ji egera avêtina bombeyên gaza rondikrêj hin kes birîndar bûne.

Paşî mêvana bernamê Gulîzar Reşîd Sindî li ser rêyên çareseriya van pirsgirêkan rawestiya û got "Dest bi plana çaksaziyê di kêmkirina xerciyên hikûmetê da, nehêlan gendeliyê û çaksaziyên di sektora weberhênan û pîşesaziya petrolê da hatine kirin."

"Dest bi palna çaksaziyê di kêmkirina xerciyên hikûmetê da, nehêlan gendeliyê û çaksaziyên di sektora weberhênan û pîşesaziya petrol da hatine kirin."
Gulîzar Reşîd

Herwiha got "Pirsa nehiştina kesên du mûçeyan distînin bi rêya sîstemê Bayometrîk di hête çareser kirin." Gulîzar Reşîd li ser kêşeyên nedana mûçeyên karmend û fermanberan û sedemên wan rawestiya û got "Çendîn sale pirsgirêka nedana mûçeyan heye, ew jî girêdayî dabezîna bûhayê neftê ye, û wek tê zanîn îtîmada budceya Îraqê 95% li ser neftê ye."

Herwiha wê got "Hikûmetê plan heye êdî giringiyê bi sektorên din jî bide weke, weberhênanê, sektora Çandin û pîşesaziyê"

Sîpan Salim, endamê parlamenê ji fraksyona Newey Niwê ji aliy xwe bersiva Gulîzarê ya derbarê planên zêdekirina çavkaniyên dahatan li herêmê da û got "sektorên din hatine mandila kirin, tenê giringî bi neftê tê dan, neft jî ne di destên saxlem û emîn de ye".

Sîpan herwiha got "li Herêma Kurdistanê li ti sektorên cûda çakasaziyên rasteqîne nehatine kirin, herwextê hat kirin, wê demê dê bibe dawiya desthilata PDK û YNKê li herêma Kurdistanê."

"Jiber bêkarî û bê naniyê êdî xelkê Kurdistanê ketiye ser rêya koçberiyê."
Sîpan Salim

Di warê gendelî û rexneyên gel li desthilata Herêmê û neçareser kirina pirsgirêkan, Sîpan Salim got "Eger em behsa desthilata Herêma Kurdistanê bikîn, di 29 salên borî de me tiştek nebû bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê, tenê ya heyî cût partiyên desthilatê bûn, tenê cût binemale bûne û Kurdistan li ser du zonan dabeşkirî ye."

Sîpan dîsan da zanîn û got "Jiber bêkarî û bê naniyê êdî xelkê Kurdistanê ketiye ser rêya koçberiyê." Û ji welat derdikevin, wî weha anî ziman ku rojên dahatî dê rewş gelek xeraptir be û xelkê herêmê dê bikeve di tengasiyên mezin de.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 04 12 2020