Di hilbijartinên serokomariya Îranê de li roja 18ê Hezîranê Îbrahîm Reisî kesekî tundrê û mihafizkar û binpêkerê mafên mirovan tê nas kirin dengên herî zêde bidest xistin ku zêdetirî 17 mîlyon dengan bûn.
Îran bi xwe û çavdêr jî didin zanîn ku asta beşdarbûnê di dengdanê de, ya herî kêm bû di dîroka hilbijartinên Îranê de.
Rojên pêşî yên ragihandina serketina Reisî wî neyartiya xwe ya li dij Amerîka û Rojava anî ziman û got ew naxwaze bi serokê Amerîka re rûne.
Grûpên çekdar yên piştevaniya Îranê dikin li Îraqê û Sûriyê xurtir bûn û êrîş û gefên xwe zêdetir kirin, herî dawî lîderekê naskirî yê Heşda Şaabî li Îraqê yên alîgirên Îranê Qayis Xazaalî daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku daxwaza derketina bi temamî ya hêzên Amerîka bike li Îraqê.
Ev daxuyaniya Xazaalî wî çaxî hat piştî şeva Duşema borî êrîşên esmanî li dij bingehên milîtanên çekdar yên alîgirên Îranê li ser sinorên Îraq û Sûriyê pêkhatbûn û hejmarek ji wan çekdaran hatbûn kuştin, ev êrîşa Amerîka ya yekê bû piştî ku danûstandinên nerasterast yên bi Îranê re derbarê rêkeftina navokî ya 2015ê li Viyena hatbûn destpêkirin.
Çavdêr dibêjin ku piştî serketina Reisî di hilbijartinan de dibe ku rewşa herêmê aloztir bibe û Îran kontrola herêmê bi temamî bike, bi taybet ku Amerîka dixwaze ji herêmê derkeve û hêzên xwe li Îraqê jî kêm bike.
Jjbo danûstandina derbarê rewşa herêmê piştî serketina Reisî di hilbijartinên Îranê de Hello Washington ev mijar bi mêvanên xwe Mamend Roje, Şirovekarê pirsên stratejî ji Parîs û Ceng Sagnic Şirovekarê berpirs di kompaniya Şêwirmendiya Ceopolotîk de li Washington DC, û lêkolerê berê yê navenda Moshe Dayan li zanîngeha Tel Avîv gotûbêj kir.
"Ez texmîn dikim dîsan Îran ber bi pêleke nû ji nerazîbûna hundur wê here".Şirovekarê Pirsên Stratejî Mamend Roje
Pêşî Mamend Roje derbarê çawaniya sistema desthilatdariya Îranê û hilbijartina vê dawiyê û serketina Reisî axivî û got "Ya rastî ev hilbijartina dawî, hilbijartinekî temam cûdabû û tê zanîn ku hilbijartin li Îranê ne demokratîke, û sistem bixwe, sistemekî teokratîk û totalîtaryane ye, û bi şeklî di asta jêr de hinekî dînamîke û di asta jûr de statîke."
Roj dide zanîn ku asta dînamîk jî, ji du hêlan pêk tê, aliyek Cimhûriyeta sistemê ye û aliyek jî îslamiyeta sistemê ye, lê vê carê îslamiyeta sistemê jî hat binpêkirin heta hind kandîdên rejîmî bi xwe jî hatin beralî kirin û alozî zêdetir derxistin.
Roje, di wê bawerê daye ku serketina Reisî dê bandorê li ser siyaseta navxweyî û ya derve jî çêke. Roj weha şirove dike ku rewatiya hilbijartina temamî nemaye, jiber ku 52% ji welatiyan beşdarî di hilbijartinan de nekirîye.
Roj dibêje ku Îran ji aliyê derve alîgirên xwe zêde dike û dewletên parelêl çêdike, vaye li Îraqê Heşda Şaabî, li Libnanê Hizbullah û li Yemenê hene û dibe sibe li Beyrîn û ciyên din jî çêke "Raste li ser asta derve bandora Îranê zêdetir dibe, lê di siyaseta hundur de qelse." Û lawaziya Îranê di navxweya Îranê de ye, û niha ne weke berê ye, dengên nerazîbûnê gelek fireh bûne li Îranê weke roj dibêje.
Herwiha Roj di wê bawerê de ye ku dibe piştî hilbijartinan hereketek serkotkitinê li navxweya Îranê destpê bike, encam dê çibe, ser dikeve yan sernakeve"Ez texmîn dikim dîsan Îran ber bi pêleke nû ji nerazîbûna hundur wê here".
"giringiya Îraqê bo Amerîka giringiya sinorên Îraq û Sûriyê ye".Ceng Sagnic
Derbarê helwesta Amerîka li herêmê û li hember Îranê, Roj dibêje ku jiber bi sinorkirina Çînê hewcedariya Amerîka dê bi Îranê re hebe li herêmê û wê bo çember li hember Çîn û Rûsya, Îranê ber bi xwe ve bikişîne, herwiha dibîje ku Îran dixwaze serokowezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî nêzîkî xwe bike.
Ceng Sagnic, derbarê têkiliyên Amerîka û Îranê bi taybet piştî serketina Îbrahîm Reisî û helwestên wî yên li dij Amerîka axivî û got "Peyama Îranê ku tundrewin, diyardeya wê çendê ye ku Îran dizane di bernama Amerîka de nîne tiştekî li dij Îranê bike niha. "
Ceng weha dibîne ku rêveberiya Biden her tiştê serokê berê Donald Trump kirbû, pêçewaneyî wê bike, yek ji wan jî, helwesta li hember Îranê ye.
Şirovekar Ceng Sagnic weha dibîne ku êrîşa vê dawiyê ya Duşema borî ya Amerîka bo ser milîtanên çekdar yên alîgirên Îraqê ne peyameke bo Îranê belkî ew "parastina hevalbendên Amerîka li Îraqê erkekî sirûştî yê Amerîka ye, eger Amerîka di vê kiryarê de serkeftî nebe, eger hevalbendên Amerîka çi li Kurdistan yan li Îraqê nehatin parastin ev jî weke şkestinekê tê dîtin dê bibe ciyê rexnê. "
Ceng dibêje, Îraq welatekê stratejîke bo Amerîka û Rojava, lê "girngiya Îraqê bo Amerîka girnigya sinorên Îraq û Sûriyê ye".
Ceng weha dibîne ku Amerîka jiber wê giringiyê dide her du aliyên sinorê Îraqê û Sûriyê, her eve sedem ku Amerîka gelek bingehên xwe yên leşkerî ji Îraqê vekişandin li bingeh Al Assad li rojavayê Îraqê li Enbar hiştiye, siyaseta Amerîka wehaye ku zêdetir ji Bexda û herêmên din yên Îraqê vekişe û ber bi sinorên Rojava û yên herêma Kurdistanê ve bê, weke Ceng Sagnic dibêje.
Your browser doesn’t support HTML5