Di Êrîşa Amerîka ya Ser Keştiyên Hûsiyan 10 Kuştî û 2 Birîndar Hene

Hin çekdarên Husî li beravên herêmî li Derya Sor

Roja Yekşemê Ajansa AFP li gorî du çavkaniyan ji bendera Yemenî Hudeyde, dide zanîn ku di encama bombebarana Amerîkayê de ya roja Yekşemê li ser 4 gemiyên biçûk yên çekdarên Husî li başûrê deryaya sor 10 Hûsiyên Yemenî hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî li bendera Hudeyde ya di bin kontrola Hûsiyan de, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Ajansê re gotîye ku “Hûsiyên ku dixwestin gemiyek li derya Sor rawestînin 10 jê hatin kuştin û 2 birîndar jî hatine rizgarkirin û ew birine bendera Hudeyde."

Vê jî bixwîne: CENTCOM: Piştî Êrîşa Ser Helîkoptera Amerîkî û Keştiyê, Me Sê Keştiyên Hûsîyan Binav Kirin
Vê jî bixwîne: Wezîrê Derve yê Brîtanya li Dor Êrşîên Hûsîyan Telefona Hevtayê Xwe yê Îranî Dike

Çavkaniyekî din li benderê bêyî ku nasnameya xwe eşkere bike, hejmara kuştiyan piştrast kir, û da zanîn ku "çar rizgarbûyî ligel du birîndarên ku hatin veguhestin bo nexweşxaneya El-Semed gihîştin Hudeyde".

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî, CENTCOMê, îro ragihand bû ku sê keştiyên bişûk yên serhildayên Hûsî yên ku Îran piştgirîya wan dike, bûne armanca firokeyan ew binav kirine, piştî ku wan êrîş birin ser keştîyek bazirganî û helîkopterên Amerîkî li başûrê Deryaya Sor.