Amerîka Toleyên Nû Dide Kes û Kompaniyên Alîkarîya Îranê Digihînin Hûsîyan

Meşa hejmarek dilxwazên Hûsî yên Yemenê ku dixwazin herin Gazayê şerê Îsrîalê bikin

Amerîka roja Pêncşemê tole li ser kesekî û sê kompanyên veguherîna pereyan sepand, yên ku bi hêsankirina veguhestina piştevaniya darayî ya Îranê bo grûpa Hûsî li Yemenê tên tawanbar kirin.

Li gor ajansa Reuters, ev jî bersiva herî dawî ya Amerîkayê ye li hember êrîşên Hûsîyan li ser keştiyan li Deryaya Sor û avên herêmê.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew kompaniyên siza li dijî wan hatin ragihandin li Tirkiyê û Yemenê ne.

Komên Hûsî yên ku Îran piştgirîya wan dike ji Cotmehê û vir ve êrîşî keştiyên bazirganî dikin. Ew dibêjin ev êrîş bo piştgirîkirina Filistîniyên li Kerta Gazayê ye, ku Îsraîl êrîşên xwe li wir berdewam dike.

Brian Nelson, Şêwirmendê Wezareta Xezîneyê, di daxuyaniyê de got ku "çalakîya îro biryardarîya me ya jibo sînordarkirina gihîştina neqanûnî ya diravî ji Hûsiyan re ye, yên ku êrîşên metirsîdar li ser keştiyên navnetewî berdewam dikin û metirsiya li ser aramîya herêmê didomînin."

Hûsî dibêjin ewê hemû keştiyên ku ber bi Îsraîlê ve diçin, bêyî ku ferqa neteweya wan hebe, bikin armanc.

Êrîşên Hûsiyan bûn sedem ku Wezareta Berevnaiya Amerîka, Pentagon, avakirina koalîsyoneke navnetewî ku gelek welat tê de cih digirin ji bo dabînkirina ewlehiyê li Deryaya Sor ragihîne.

Bi amadebûna hevpeymaniyê, çendîn welat dê gemiyên xwe li nêzîkî Deryaya Sor bicih bikin da ku bersiva Hûsiyan bidin.

Grûpa Hûsî herî kêm 100 êrîşên mûşekî pêk anîne û bi dehan firokên bêfirokevan ber bi keştiyên li Deryaya Sor firandin. Keştiya Firokhilgir ya Amerîka li herêmê gelek ji wan êrîşan pûç û bê bandor kirin.

Jêder: Reuter/AFP