Îraq Bang li NY Dike ku Bo Vekişîna Hezên Tirk Biryarê Bigire

Wezîrê derve yê Îraqê Fuad Huseyîn doh Sêşemê li civîna awarte ya Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), daxwaza vekişîna hêzên Tirkîyê ji axa Îraqê kir.

"Em hebûna neqanûnî ya hêzên artêşa Tirkîyê li ser axa Îraqê şermezar dikin," Huseyîn got.

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser daxwaza Îraqê kom bû, di derbarê êrîşa hefteya borî ya li Duhokê hat kirin û di encamê de 9 kes hatibûn kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûbûn.

Îraq jiber êrîşa kujer hêzên Tirkiyê tawanbar dike û wezîrê derve Huseyîn çû New Yorkê da ku beşdarî civîna awarte ya NY bibe.

Fuad Huseyîn li civînê ser navê Bexdayê, jiber êrîşê Enqere tawanbar kir û daxwaza tazmînatê û lêpirsîneke navneteweyî kir.
" Ger Tirkîye red bike, divê Tirkîye wek berpirsîyar bê dîtin," Huseyîn got.

Lê, Tirkîyê ev êrîş red kir, ya ku li ser sînorê wê yê bi Herêma Kurdistana Îraqê qewimî bû.

Enqere dibêje, mîlîtanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek koma terorîstî ew êrîş kirine.

Li civîna avarte de cigirê nûnerê Tirkîyê yê li NY Oncu Keçelî daxûyanîyên Huseyîn red kir û berevanîya welatê xwe kir.

"Ka em bi zelalî bidin zanîn ku serwerî û yekparçeyiya axa Îraqê ji alîyê rêxistinên terorîst ve tê binpêkirin, ne ji alîyê Tirkîyê ve, " Keçelî got.
Baskê leşkerî yê PKK’ê pêkanîna êrîşê red kir û Tirkîye tawanbar kir.

Wezîrê Îraqê Huseyîn ji NY ragihand ku bo lêpirsînkirina êrîşê komîteyeke neteweyî hatiye ava kirin.

Wî da zanîn ku Komîteyê ji qada êrîşê delîl berhev kiriye, di nav wan de parçeyên çekên ku hatine kar anîn.

Huseyîn got ku ji wan delîlan diyar bûye ku ew cureyên çekên hêzên Tirk in ku ew li heremê bi kar tînin.

Fuad Huseyîn bang li Civata Ewlekarîyê kir ku biryarnameyekê bipejirîne da ku Tirkîye mecbûr bimîne hemû hêzên xwe yên leşkerî ji Îraqê vekişîne.

Wî ji rojnamevanan re got ku Tirkîyê nêzîkî 4 hezar êrîş kirine, bêyî destûra Bexdayê.

"Divê Tirkîye dev ji anîna êş û azarên dijî gelê Îraqê berde,” Huseyîn got.

Nûnerê Tirkîyê Keçelî got ku beşek ji pirsgirêkê ew e ku hikûmeta Îraqê tevahîya axa wê kontrol nake û li bi sedan gundên bakur cihên ewle yên terorîstan hatine ava bûne.

“Em texmîn dikin ku PKK li Îraqê qadeke herî kêm bi 10 hezar KM2 kontrol dike, " Keçelî got.

Keçelî anî ziman ku Bexda yan naxwaze yan jî nikare şerê dijî terorîstan bike.
"Hûn nikarin cîranê xwe jiber ku mafê xwe yê xweparastinê bi kar anîye şermezar bikin," Keçelî got.

Civata Ewlekarîyê ya NY roja Duşemê bi daxûyanîyeke êrîşa kujer ya Duhokê bi tundî şermezar kir, lê ti rexistin yan welat tawanbar nekir.

Civata NY ji hikûmeta Îraqê û alîyên din yên pêywendîdar kir ku di lêpirsîna ser êrîşê de hevkarîyê bikin.

Civatê herwiha piştgirîya ya xwe ya bo bo serxwebûn, serwerî, yekîtî û yekparçetîya axa Îraqê dubare kir.