Bahoza Beryl ya Kujer Digihêje Teksas li Amerîka

Bermahî û ava lehîyê ya bahoza Beryl rêya sereke ya li Surfside Beach, Texas girtîye, 8 Tîrmehê, 2024

Bahoza Beryl serê sibeha îro Duşemê gîhişt başûrê wîlayeta Teksasê ya Amerîka, li vê dema ku bayên xurt û baranên giran li piranîya başûrê rojhilata wîlayetê didomin.

Navenda Bahoza Netewî ya Amerîka (NHC) ragihand ku navenda bahozê nêzîkî bajarê Matagorda ya Teksasê ye ku 90 km li başûrê rojavayê Houston dikeve.

Beryl bi leza 12 mph (19 km/h) pêşve diçe û li bende ye ku di nav rojê de bigihêje herêmên rojhilata wîlayetê, berî ku roja Sêşem û Çarşemê ji ser Deşta Mississippi ya derbazî Deşta Ohio bibe, NHC got.

Pisporên avûhewayê çaverê dikin ku heta derengîya Duşemê 12-25 sentîmetre baran li herêmên rojhilata Teksasê bibare.

Bahoza Beryl.

Karbidestên Teksasê derbarê lehî û qutbûna elektrîkê hişyarî dan, û xemberîya xwe dîyar kir ku piranîya rûniştvanên herêmên beravê berî hatina bahozê ji cih û warên xwe derneketine.

Walîyê demkî yê Teksasê Dan Patrick roja Yekşemê li 120 bajarok wek herêmên felaketê rewşa awarte ragihand û herwiha hişyarî da ku Beryl jibo mirovên rasterast derkevin ser rêyan wê bibe bahozeke kujer.

Dibistanên li van herêman jiber bahozê wê girtî bin. Li gelek bajarokên deryayî fermana valakirin û derxistina mirovan hatiye dayîn.

Li gor daneyên PowerOutage.us, elektrîka herî kêm 300 hezar mal û karsazî li Teksasê qut bûye. Herwiha, zêdetirî 13 hezar firînên jibo û ji Teksasê hatine betal kirin.

Berî ku bandorê li Teksasê bike, Beryl di ser Derya Caribbean re derbaz bû û bû sedema mirina 11 kesan; sê li Venezuela, sê li Grenada, sê li St. Vincent û Grenadines û du kes li Jamaica.

Beryl berîya ku derbazî Kendava Meksîkê bibe û ber bi Teksasê ve biçe, li nîvgirava Yucatan ya Meksîkê jî xist.

Bahoza Beryl rekor tomar kiriye, jiber ku di dema herî zû de gihîştîye hêza Kategorîya 5 ya herî wêranker, di demsala bahozê ya Atlantîkê de ku ji Hezîranê ta Mijdarê didome.

Jêder: Reuters, AP