Hunter Biden di Dozeke Federal de Sûcdar Hate Dîtin

Hunter Biden îro Sêşemê bi sê tawanan girêdayî kirîna çekê sala 2018an hate sûcdar kirin.

Dozger dibêjin ku kurê serokê Amerîkî di bersiva pirsekê de derbarê bikaranîna madeyên hişbir derew kiribû. Ew pirs beşek bû ji forma pêwîst ya jibo kirîna çekan.

Desteya sûndxwaran Hunter Biden sûcdar dît jiber ku wî derew li firokşkarê çekan kiribû û di forma serlêdanê de gotibû ku ew madeyên narkotîkê bikar nayîne û herwiha 11 rojan çek bi awayekî neqanûnî li cem xwe hiştibû.

Hunter Biden rûbirûyê 25 salên zindankirinê ye dema ku ji alîyê dadwer Maryellen Noreika ceza lê were birîn, lê ne dîyar e ka ewê were zindankirin.

Di vê sala hilbijartinan de, niha êdî Hunter Biden û Donald Trump, berbijarê çaverêkirî yê Komarîyan û hevrikê serekî yê Serok Joe Biden, ji alîyê jûrîyên Amerîkî ve sûcdar hatine dîtin.

Joe Biden xwe dûrî dadgehkirina kurê xwe xistiye û kêm axaftin li ser wê kiriye, da ku dîyar neke ku ew di pirsgirêkeke tawankarî de maytêkirinê dike. Lê hevbendên serokê Demokrat fikaran dikin ku ev dadgehkirin û sûcdarkirina îro bandorekê li serokê 81 salî bike.

Hunter Biden û Trump dibêjin ku ew bûne qurbanîyên siyasetê. Lê li vê dema ku Trump bi xeletî îdîa dike ku biryara dadgehê hember wî sexte bû, Joe Biden gotiye ku ewê encamên biryarê qebûl bike û hewil nede ku lêborîna seroktîyê bide kurê xwe.

Ji bilî vê dozê, Hunter Biden herwiha li Kalîfornyayê jî rastî dozeke din tê ku darizandina girêdayî wê Îlonê destpê dike. Ew doz li ser bingeha wê yekê ye ku Hunter Biden bacên bi nirxê 1.4 milyon dolar nedaye.

Jêder: AP