Macaristan Dibêje Ewê Toleyên YE'ê yên Dijî Enerjîya Rûsya Red Bikin

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê ragihand ku ewê wan toleyên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên dijî Rûsya red bikin ku bandorê li enerjîya navokî dikin.

Ukrayna bang li 27 dewletên YE’ê kir ku dijî şirketa Rûsî ya enerjîya navokî Rosatom toleyan ragihîne.

Lê Macaristan, ku navenda wê ya navokî ya Rûsya çêkirî heye, plan dike ku hevkarîya bi Rosatom re berfireh bike.

Orban di hevpeyvînekê de dubare ku divê ew toleyên dijî enerjîya navokî bi eşkere werin veto kirin.

‘’Emê rê nedin planên ku enerjîya navokî dixin bin toleyan’’ Orban got.

Macaristan, ku endama YE’ê ye, toleyên dijî Rûsya çendîn car in rexne dike û dîyar dike ew tole xetera hilweşindina aborîya Ewrupî çêdikin.

Ji dema Rûsya, Ukrayna dagir kiriye vir ve welatên Rojavayî dijî Rosatom hîn ti tole ranegihandine.

Navenda navokî ya Paks ya Macaristanê nêzîkî nîvê hêza xwe hildiberîne û santral sotemenîya xwe ya navokî ji Rûsya werdigire.

Macaristan dixwaze kapasîteya navenda Paks bi reaktorên VVER yên Rûsya berfireh bike.

Jêder: Reuters