Huner di hiş û hestên mirovan de çêdibe û bi wan re mezin dibe , dema ku derft tê, ew serê xwe hildide û geş dibe û dibe berhem û afirandin.
Yek ji wan hunermendan ku hunera xwe bi xwe re hilgirtiye û di paxila xwe de xwedî dike, hunermend Dilbirîn Xawhrîkî ku di sala 1973an de li Dêrika Hemko hatiye dinê û li Serêkaniyê xwedî bûye , dawiyê li Qamişlo û Tirbesipiyê xwendîye û li wir dest bi hunera xwe kirîye.
Dilbirîn ne bi lez e ji bo belavkirina hunera xwe, ji ber vê yekê wî albumek xwe ya taybet li Qamişlo tomar kir lê belê belva nekir.
Di sala 1997an de berê xwe da Almaniya û ji wê demê ta îro li we derê dijî. Bi gotin û awazên xwe gelek stran afirandine û hin ji wana pir hatine naskirin lê belê ne bi dengê wî wek strana ( Xerîbê) ya ku hunermend Xêro Ebas strandiye û bi wî hatiye naskirin.
Dilbirîn xwedî dengekî gerim û tonek qalind e ku dikare bi asanî û bê fişar stranan bêje û bighîne dil.
Piraniya stran, awaz û gotinên wî ne, lê belê ew carana destê xwe tavêje helbestên nivîskarên kurd û wan dike stran.
Hewildanek kir û stranek bi zimanê Ingilîzî stirand ya hunermend Leonard Cohenbi ya bi navê ( Dance me to the end of love ) ku bi şêwaza xwe ya taybet got.
Wekî din jî Dilbirîn, dinvîse û car caran jî rolên sînema jî dilîze li kêleka hunara antîk û çêkirina çarçevên kevin û nûkirina wan .
Piştî demek dûm û dirêj , êdî Dilbirîn xwe amade kirye bo albûm û kilîpên xwe yên hunerî û wî got ku li ser kar dike ku di sala nû de wan belav bike û hunera xwe bi xelkê re bide belav kirin.
Your browser doesn’t support HTML5