Şanoger Û Mûzîkjenên li Stenbolê Daxwaza Rakirina Tedbîrên Ser Karê Xwe Dikin

Daxuyaniya Hunermendan li Stenbolê

Li Tirkîye bi biryara serokê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan 1'ê Hezîran’ê pêvajoyekî nû ya di derbarê pandemîya vîrusa korona destpê kir û hin tedbîrên heyî bi vê biryarê hatin rakirin û sistkirin.

Lê, konser û organîzasyonên muzîka zindî hîn jî qedexe ne û şano û cîhên şahîyê jî bi tevahî girtî ne. Şanoger û muzîkjenên ku debara xwe bi vê yekê dikin, ji ranekirina van tedbîran nerazî ne.

Bi vê yekê ve girêdayî roja Çarşêm'ê bi pêşengîya Meclîsa Hûner’ê li Stenbolê bi diruşma “Huner Nayê Bêdeng Kirin” bi beşdarbûna şanoger û muzikjenan ve daxuyanîyeke hat dayîn.

Papatya Îkiz

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku bi derbazbûna 15 mehên pandemîya vîrusa korona hat xuya kirin ku hikûmetê hunermend tenê hiştin û hat destnîşan kirin ku hunermend nikarin debara xwe bikin.

Muzîkjen Papatya Îkiz jî ji rewşa heyî gazincan dike û dibêje ku muzîkjen hem di alîyê aborî hem jî di alîyê derûnî ve rojên zor derbaz dikin.

"Ev 15 meh in hunermend rojên zor derbaz dikin. Ji sektora muzikê gelek kesan xwe kuşt û hin kesan xanî û amûrên xwe yên muzîkê firotin. Ev mirovan bi muzîkê debara xwe dikin û dewletê jî piştgirîyekî berbiçav neda muzîkjenan."

Şanoger Alî Gergeroglu

Şanoger Alî Gergeroglu jî ev 15 meh in jiber ku şano girtî ne, ew nikarin xebatên xwe bikin û lîstikên xwe bilîzin.

"Ev 15 meh in min ne jî dewlet ne jî ji şaredarîya Îstenbul'ê ti piştgirî nestand. Heta niha em bi derfetên xwe hatin roja îro. Şano jiber ku tenê dikare sedî 50 temaşevanan bistîne gelek ji wan hatin girtin. Em jî dikarin tenê 20 kesan bistînin lê jiber pandemîya vîrusa korona 20 kes jî nayên şanoyê. Jiber vê yekê jî dibe ku em jî jiber kirê, deynên av û elektrîkê şanoya xwe bigirin." Wî got.

Herî dawî jî şanoger û muzîkjenan anîn ziman ku hûner parîyeke jîyanê ye û wan ji hikûmetê daxwaza rakirina tedbîrên dijî sektora xwe kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Stenbul 09 06 2021