Hunermendê Şêwekar yê Navdar Sitar Elî Koça Dawî Kir

Sitar Elî hunermendê şêwekar yê naskirî ji Kurdistana Îraqê îro Duşemê di temenê 66 salî de koça dawî kir.

Elî yek ji damezrêner û rêvebirên Yekîtîya Hunermendên Kurdistana Îraqê bû ku piştî serhildana 1991'ê hate damezrandin.

Di xebata siyasî de jî Elî roleke berçav hebû, gelek caran jiber raman û nêrînên xwe yên siyasî hatibû girtin û zindan kirin.

Di gelek pêşangehên hunera Şêwekarî de yên li Îraq, welatên li herêmê û welatên Ewrupî de beşdarî kirîye.

Sebîh Mihemed Hesen, ku hevalekî nêzîk yê Elî bû, derbarê mirina wî ji Dengê Amerîka re got ku "di van rojan de wî kar dikir jibo projeya pêşangeheke nû, wî şeva borî heta serê sibê bo pêşangehê kar dikir, dîyar e xwe mandî kirîye û serê sibeha 4'ê Îlonê 2023'an jîyana xwe ji dest da."

Xalid Doskî, wezîrê berê yê rewşenbîrî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de dîyar kir ku serdema ew wezîr bû, Sitar Elî di warê hunerî de gelek çalak bû, "Ji bo pêşangehên taybet û yên hevbeş yên Sitar Elî me alîkarî pê re dikir."

Herwiha, hunermendê şêwekar û mamosteyê zanîngehê Fehmî Balay, ku ew jî hevalê Elî bû, got berî mirinê "Wî projeyeke nû hebû jibo çêkirina portreyên navdarên Kurd."

Sitar Elî sala 1957'an li gundê Zêwe yê nêzî bajarokê Bamernê li parêzgeha Duhokê jidayik bûye. Wî xwendina xwe ya zanîngehê li bajarê Mûsilê, li beşa jeolojî bidawî kirîye.

Bi dirêjahîya jîyana xwe ya hunerî, wî gelek pêşangehên şêwekarî li Herêma Kurdistan, Almanya, Tirkîye û Belcîkayê û hinek welatên din li dar xistine.