Awnî Samî: Hunera Min bi Xak û Xelkê Kurdistanê ve Girêdayî Ye

Hunermend bi sawirên xwe dikare jiyanek taybet bo xwe ava bike, lê ev jiyan bi çavê mirovan tê dîtin û nerxandin, û li wir harmoniya pêwendîyan durist dibe û rêz li behre û jêhatîbûna kesê hunermend tê girtin ku ew kesekî afrîner e, ciwaniyê li jiyanê zêde dike.

Awnî Samî ku li bajarê Zaxo li herêma kurdistanê di sala 1956an ji dayik bûye..yek ji wan hunermenda ye ku jiyana xwe ya taybet ava kiriye û pê dijî.

Piştî xwendina hunera ciwan li Bexdaya paytext ( beşê girfîkê) ( 1974-1979)ew vegeriya bajarê xwe û ket nav jiyana siyasî û kêşe li himberî wî derketin holê ji aliyê partiya Albass û hate girtin û işkence kirin û piraniya berhemên wî hatin wêran kirin.

Ji ber rewşa ne aram wî berê xwe da Holenda û li bi bi cî bû , lê belê hunera xwe berdewam kir û teknîk û hûrbîniyên hunera girafîk naskir.

Ji ber rewşa kurdistanê û li gorî baweriya Awnî, ku divê huner alîkariya mirovan bike û bibe beşek ji avakirina jiyana wan, ew vegeriya Kurditsanê û li Zaxo navneda yekem ya huner girafîk vekir û dest bi perwedehiya keç û xortê kurdan kir bo hunera girfîkê.

Piştî serkeftina xebatên wî. li Dihokê jî navnedek vekir û bi sedan şagirt şehrzayî huner girfîkê kir.

Berhemên wî tevî yên şagirtên wî beşdarî festîvalên navnetewî bûne û bi rêka wî hunera girfîkê li Kurdistanê cihekî taybet wergirtiye û paşeroke ronak bo hunermendan ava kirye.

Di vê hevpeyvînê de Awnî beşek ji jiyana û henera xwe bi me par vekiriye

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng- Awnî Samî- Part-1-12-2-2019-LA

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng- Awnî Samî- Part-2-12-9-2019-LA

Ji Berhemên Hunermendê Şêwekar Awnî Samî