Sema Hisên: Ez bi Hunerê Kesayetiya Xwe Ava Dikim

Sema Hisên

Di dema şeran de gellek xewn û hêvî tên şikenandin û armanc wêran dibin. lê belê xwesteka mirovan û xweseriya wan dikarin careke din van xewnan nû bikin û wan bikin rastî, wek tiştê ku li Sûriyê dibe û bi taybetî jî li herêmên kurdî, ku bi ser şer û rewşa aloz ve, nifşekî nû serê xwe hilda ye û dixwaze ku bi çand û hunerê rengekî din bidin bajarên xwe û jiyanê xweştir bikin.

Sema Hisên yek ji wan keçên nûhatiye ku bi hêz û hezkirin berê xwe daye hunerê û dixwaze ku bi hunera şêwekarî kesayeta xwe di nav bajarê xwe de Hesekê ava bike.

Sema di sala 2000an de li bajarê Hesekê ji dayik bûye û telî mabata xwe barkirine Erebistana Sûdî û li wir xwendina xwe heta qûnaxa navîn qedandiye û di çend salên dawîn de ew vegeriyan bajarê Xwe Hesekê û nuha li wir dijîn.

Sema li zanîngeha Rojava beşê Textoriyê dixwîne û di sala xwe ya sisyan de ye.

Sema ji zarokriya xwe ve guhdan bi hunerê kiriye û bala malbata û mamostên xwe kişandiye.

Li bajarê Hesekê li ber destê hunermendê şêwekar Ekrem Bekir perwedeya hunerê distîne.

Ew bi dilekî geş dibêje ku ew dixwaze xwendina xwe û hunerê bi hev re berdewam bike da ku riweyî nû li bajarê xwe diyar bike wek textorek hunermend.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng-Sema Hisên-Mon-5-24-2021-LA

Berhemên hunermend Sema Hisên