Dr.Widad Akreyî: 2015 Sala Herî Xerab ya Mafên Mirove

International Human Rights Day

ewşa şer û pevçûnan li herêma Rojhilata Navîn di hilberînek mezin de derbas dibe, girêdayî vê rewşa şer, mafên mirovan tên binpêkirin, herweha vê rewşê bûyerên kuştin, revandin, girtin û eşkencedanê bi xwe re zêdetir kirin.

Dr.Widad Akreyî Çalakvana Mafên Mirov

Çalakvanên mafên mirovan dibêjin, bi geşedana çalakiyên çekdarî yên rêxistina Daişê mafê mirovan heta astek bilind hatiye binpêkirin, civaka navnetewî ji sala 1948 de hewil dide da ku rewşa mafên mirovan saxlem bimîne, kes û civak ji rewşa abûrî baş bibe, yasa serdest be û saziyên taybet yên parastina mafên mirov û mafên take kesan bên parastrin, lewre roja 10 kanûna pêşîn hersal weke roja mafê mirovan hatiye destnîşankirin

​Dr.Wîdad Akreyî Çalakvan û Parasvana mafên mirov û berpirsa rêxistina Parastina Navnetewî li welatê Norwec, di hevpeyinekê de jibo pişka kurdî ya Dengê Amerîka da zanîn ku, piştî şerê cîhanî yê dûyemîn heya niha sala 2015, sala herî xerab ya binpêkirina mafên mirovan bû.

Birêz Akreyî dide zanîn ku, di sedsala 21an de, rêxistina bi nave DAIŞ peydabû, ew dixwazin cihanê vegerînin serdema 1400 salan.

Hun dikarin temamiya hevpeyvine di fayla deng de guhdarî bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin li gel Dr. Widad Akreyî