Rêxistinên Mafan Rewşa Binpêkirina Mafên Mirov ya li Tirkîyê Eşkere Dikin

Jimareke rexistinên mafan û saziyên sivîl di Roja Mafên Mirovan ya Cîhanê de, li ser Binpêkirinên mafên mirovan ya Tirkîyê, li paytext Enqerê daxuyanîyêke didin, 10 Berfenbar, 2024.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV)di Roja Mafên Mirovan ya Cîhanê, 10'ê Berfanbarê de, “Raporta Binpêkirina Mafên Mirov ya 2024 ya li Tirkîyê” weşand in.

Rexistinên mafan herwiha li Enqerê jibo balkişandina ser rewşa xirab ya mafên mirovan li Tirkîyê çalakîyeke jî dar xistin.

Roja Mafên Mirovan her sal di 10’ê Berfanbarê de li seranserê cîhanê tê pîrozkirin ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye destnîşan kirin.

Ev roj wek salvegera qebûlbûna yek ji peymanên mafên micovan yên herî bingehîn yên cîhanê ye : Peymana Mafên mirovan Cihanî ya Mafên Mirovan (UDHR) ku weke hêzeke pêşîgirtina binpekirinan, parastin û veguherîna mafan xwedî roleke pir girîng e.

ÎHD û TÎHV’ê di raportê de dîyar kirin ku di 11 mehên vê salê de, 692 kesan jiber êşkencê û muameleya xerab hatine ku 81 ji van zarok in serî li TÎHV’ê dane.

Her du rexistanan ragihand ku herî kêm 2 hezar û 805 kesan jî bi sedema êşkence û muameleya xerab hatine desteserkirin, serî li rexistinê dane.

“Bi terikandina lêgerîna çareseriya aşityane, bi taybet jiber pirsgirêka Kurd Tirkîye jinûve ket hawîrdora pevçûnê. Ev pevçûn heta roja îro ya dawîya sala 2024’an jî didom e,” di raportê de hat eşkere kirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban dîyar kir ku li Tirkîyê binpêkirinên mafên mirovan ti gav kêm nabin, beravajî her diçe zêde dibin.

“Bi taybet di warê mafê aştiyê, êşkencê, azadîya ramanê û azadîya ragihandinê de pirsgirêkên cidi hene. Azadîya rêxistinbûnê jî ne baş e. Zextên ser rêxistinên sivîl zêde dibin û zextên ser parêzvanên mafên mirov jî her diçe tundtir dibin, ” Kuçukbalaban ji Dengê Amerîka re got.

Li gor raportê, di nava 11 mehên 2024’an de 43 rojnamevan hatine desteser kirin û 11 jî hatine girtin û herwiha derbarê 42 rojnamevanan de lêpirsîn hatine destpêkirin, û dijî 534 xebatkarên medyayê de doz hatine vekirin.

Di raportê dê tê dîyarkirin ku Hikûmeta Enqerê li şûna çereserîya aştiyane ya pirsgirêka Kurd polîtîkaya pevçûnê di 2024’an de domandîye.

“Di encama êrîşên cudaxwazî, nîjadperestî û nefretê yên dijî Kurdan de kesek mirîye û 12 kes jî birîndar bûne. Herwiha 78 kesên stranên Kurdî digotin, bi hinceta ‘propagandaya terorê dikin’ hatin desteser kirin ku 38 ji wan hatin girtin,” di raportê de hat gotin.

Kuçukbalaban ragihand ku Tirkîyê di warê pirsgirêka Kurd û aştiyê de di 2024’an de ti pêşketin çênebûye Tirkîyê çareserî dîyalog e.

“Şerên ku li Rojhilata Navîn; li Sûrîyê, Îraq û deverên din yên cîhanê bedewam dikin, bandorê li Tirkîyê jî dike. Bi ya me çareserî di dîyalogê de ye, şertên danûstandin, çalakîyên aştiyê û siyasetê jibo Abdullah Ocalan hene,” wî got.

Di raportê de binpekirinên bi sedema erkdarkirina qayûman li şûna şaredarên bijartî jî, bi taybet li bajarên ku bi piranî Kurd in, tê destnîşan kirin.

“Di 2024’an de li çar bajarên mezin û çar şaredarîyên navçeyan qayûm hatin erkdar kirin. Di protestoyên dijî qayûman de herî kêm 162 endamên partîyên siyasî hatin desteser kirin û 33 kes jî hatin girtin. Li dijî parlamenteran jî êrîşên tundrê zêde bûne,“ di raportê hat gotin.

Hûn dikarin tevahîya vê raportê ji ser lînka jorîn gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Rewşa Mafên Mirovan li Tirkîyê