Serokê Huda-Par’e Yapicioglu Çareserkirina Pirsgirêka Kurd Dinîrxîne

Zekerîya Yapicioglu, Serokê Giştî yê HUDA-PAR.

Partîya Doza Azad (HUDA PAR), di 19'ê Berfanbarê 2012’an de hate damezirandin.

Ev partî xwe wek patîyeke Kurd ya Îslamî pênase dike. Aniha li ser 50 bajarên Tirkiyê rêxistinîbûyî ye, lê dengê xwe herî zêde li herêma Kurdan digire.

HUDA PAR, di sala 2013’an de bi awayekî fermî hate pejirandin û li Tirkiyê dest bi karê sîyasetê kir. Ev partî di bin Serokê Giştî Mehmet Huseyîn Yilmaz de hate damezirandin. Piştî Yılmaz, Zekerîya Yapicioglu bû serokê vê partîyê. Yapicioglu di sala 2018’an de ji serokatîyê îstîfa kir cîyê wî de Îshak Saglam hat. Lê Zekerîya Yapıcıolu di sala 2021’an de car din bû Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê.

Partîya Doza Azad, gelo plan û stratejîya wî çî ye? Ev partî li hilbijartin û îtifaqên Tirkiyê çawa temaşe dike? Wê di hilbijartina pêşîya me de di nav tevgereke çawa de be? Gelo HUDA PAR li çareserkirina pirsgirêka Kurd çawa temeşe dike?

Dengê derbarê van mijaran hevpeyvînek ligel Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekerîya Yapıcıoglu pêk anîye.

Dengê Amerîka: Birêz Yapicioglu, ev 10 sal in ku hûn di nav sîyaseta Tirkîyê de ne. Gava bêjim HADA PAR çi ye? Hûn dikarim çi bersîvê bidin?

Zekerîya Yapicioglu: Partîya Doza Azad (HUDA PAR) di sala 2012'an meha 12 de hate damezirandin. Piştî sazbûna HUDA PAR’ê di wextekî kin de, ango di nav 6 mehan de me rêxistinîbûna xwe temam kir û mafên tevlîbûna hilbijartinê bi dest xist. Jibo ku yek partî bikaribe beşdarî hilbijartinê bibe pêwîste ku li 41 bajarî de birêxistinî be û kongreya xwe ya mezin lidarxistî be. Me di sala 2013’an de ew şert bi cî anî. Di sala 2014’an de em beşdarî hilbijartinê mehelî ango yê şaredarîyê bûn. Di sala 2015’an de jî em beşdarî hilbijartina parlemenê bûn. Ji roja ku em hatin damezirandin heta niha çi hilbijartin çêbûne em beşdarî vana bûn. Di vê hilbijartinê de jî îşalah emê tevlî hilbijartinê bibin. Em ana li 55 bajarî de bi rêxistinî ne. Hima hima li 7 herêmên Tirkiyê de em çalakîya sîyasî didomînin.

Dengê Amerîka: Birêz Yapicioglu, hun jî dîyar dikin, hun li nîva Tirkîyê zêdetir bi rêxistinîne, lê ana li pêşîya me de hilbijartinek heye, gelo hun li vê hilbijartinê çawa temaşe diken? Yek jî gelo dengê we li gorî hilbijartina berê çawa ye?

Zekerîya Yapicioglu: Wek HUDA PAR, me li gorî hilbijartina berê dengê xwe duqat zêde kir. Lê li gor me di nav vê hilbijartinê û yên berê de tu ferqek tune ye, hilbijartin hilbijartin e. Heke di wexta xwe de bibe, ango di meha şeş 2023’an de, dibe ku mehek an du meh jî pêş bixin. Êdî hilbijartineke pêşwext ji rojeva Tirkîyê derketîye, lê hinek wateyeke pir mezin didin vê hilbijartinê, li gor me ev hilbijartin jî wek her hilbijartinê berê ye. Li vê derê amanca me ew bû ku di vê hilbijartinê de em dengên xwe zêde bikin. Îşalah êdî bi sed hezara na emê denge xwe derxînîn mîlyonî.

Dengê Amerîka: Aniha gelek partîyên opozîsyonê û desthilatîyê derketine qada û propagandaya hilbijartinê dikin. Hûn îtifaqan çawa dibînin? Gelo li qadan hun jî hene an na?

Zekerîya Yapicioglu: Di derheqê van îtifaqan de me heta niha tiştek negotîye ji vî şûndatir jî emê tiştekê nebêjin. Her partî miheqeq hesabên xwe dike, di kîjan îtifaqî de ji xwe re kî cî bibîne diçe wê derê. Sîstemeke ku îro li Tirkîyê heye, Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê ye û hemû partîyan mecbûrî îtifaqan dike. Partîyên herî mezin jî êdî bê îtifaq, bi tena serê xwe endamê xwe yê serokomarîyê nikare bide hilbijartin. Sedema vî jî ev sîstema serokomarîyê ye. Heke yek bixwaze bibe serokomar pêwîste ji sedî 50’yî zêdetir deng bigire.

Dengê Amerîka: Birêz Yapicioglu, Îtifaqa Komarî Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê dipejirîne, lê Îtifaqa Mîlet jî Sîstema Parlementerîzmê dixwaze car din paşda bîne. Gelo hûn herî zêde nêzîkî kîjanê ne?

Zekerîya Yapicioglu: Herdû sîstem jî kêmasîyê wan hene û li gorî hev û din em dikarin bêjin ku alîyên qecn jî hene. Li gorî me tu sîstem ne tabû ye. Pêkane ku sîstema parlementerîyê car din vegere, an jî Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê hin guhartin çêbikin û ew sistem jî bimeşe. Ango em nabên ev sîstem an jî sîstema dî.

Dengê Amerîka: Birêz Yapicioglu, çend car hun li gel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civîyan. Aniha Erdogan dibêje kêşeya Kurd nemaye? Gelo di van hevdîtinê we de hûn li ser kêşeya Kurd sekinîn? Yek jî hûn li kêşeya Kurd çawa temaşe dikin?

Zekerîya Yapicioglu: Li gor qaneta me ev kêşeya Kurd hê li cî de ye. Çareserî jê re lazim e, lê hetanî îro mixabîn çareserîyek jêre nehatîye dîtin. Di pêvajoya çareserîyê de jî me fikrê xwe beyan kiribû. Me go ev sîstema ku tê meşandin, tiştê ku bi navê pêvajoya çereserîyê hatîye îlankirin, bi vî awayî kêşeya Kurd nayê çareserkirin. Ji bo çi? Yek: Li gor qaneta min tê de samîmîyet tune bû. Dudo: Mafên ku dihat xwastin, mafên rewa avêtin ber bazarê. Lazime ev nebûya. Hinek şert û merc danîn pêşîya hev; hikûmetê got lazime em hinek gava bavêjin, hun jî çekdarên xwe derxînîn dervayî sînor. Wan jî digot jibo ku em derkevin hun hinek gava bavêjin. Me jî got mesela ez Kurdim û dewa hin mafê xwe dikim. Tiştê ku ne di destê min de ye tu ew şertan datinî ber min. Bi gotin û raya min ez nikarim wan kesên ku li ser kêşeya Kurd çek dane destê xwe û şereke çekdarî dikin, ji wan re bêjim çek berdin an jî derkevin derî sînor. Çima tu mafên min bi wî şertî ve girê didî. Çi heqê te heye! Lê dîsa jî di wê serdemê de jibo ku çek rawestin û xwîn nerije me got ev pêvajo baş e û pêwîste were berdewamkirin.

Dengê Amerîka: Di dawî dawî de gelo hevdîtinê we ligel Erdogan çawa derbas bû?

Zekerîya Yapicioglu: Di hevdîtnê me yê gel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de me dilgermîya xwe anî ziman, me got “Êdî hûn dibêjin pirsgirêka Kurd tune, lê em ne di wî fikrî de ne. Heta 2015’an we digot ev kêşe heye. Gelo li gor 2015 heta vê demê we çi gav ji bo çareserîyê avêt ku hun dibêjin ev kêşe nemaye? Ev mesele heye pêwîste ku were çareserkirin.” Bîra xwe bînin, piştî van hevdîtinê me, Birêz Serokomar wexta ku çû Amedê li wê derê daxûyanî da û got, “Di sala 2005’an de em li ku derê ne dîsa em li himan cîyîne.”

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn ligel Serokê Huda-Par