Şervan Derwîş: HTŞ li Derdora Minbicê bi Cîh Dibe

Endamên HTŞê li Îdlibê (Arşîv)

Derbazbûna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) jibo herêma Efrînê, guhertin di nexşeya leşkerî de li herêmê û deverên bakur û rojhilata Helebê bi xwe re anî.

Çekdarên HTŞ ku li Efrînê belav bûn, xwestibû ku ber bi Ezaz, Bab û Cerablusê ve jî herin, lê pevçûn bi koma “Feyleqa Sisiyê” re derketibû û dû re bi Tirkîyê destêwerdana Tirkîyê agirbest hatibû ragihandin.

Şervan Derwîş

Lê, berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş îdia dike ku HTŞ bi rêya hin komên nêzî wê li wan herêman belav bûye.

“Bi fermana Tirkîyê komên Tirkmen yên wek El-Hemzat, El-Emşat û Sultan Murad nêzîkî HTŞ'ê bûne û çekdarên HTŞ di bin navê koma Ehrar El-Şam de, ku alîgira El-Nusra ye, li bereyên bakur û rojavayê Minbicê belav bûne”.

Derwîş herwiha dibêje ku ew tu ferq û cudahîyê di navbera komên çekdar yên navê “El-Ceyş El-Wetenî” li xwe kirine û HTŞ'ê de nabînin.

“Fermandarên wan bûne mîrên şer û nakokîyên wan li ser desthilatdarîya herêmê û destdanîna ser çavkanîyên aborî ne.”

Derwîş bi berdewamî dibêje ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin û ewê jibo parastina gelê xwe û rizgarkirina herêmên dagîrkirî hemî tiştên pêkan dikin û tedbîrên xwe digirin.

Derwîş bi bîr dixe ku HTŞ komeke tundrê ye û li ser lîsta terorê ye.

“Divê hêzên garantor yên wek Rûsya, ku hêzên wê li Minbicê hene û koalîsyona navdewletî ku hevkarên di şerê terorê de ne, dijî wê koma terorîst helwesteke xurt nîşan bidin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku karwanên HTŞê di 12'ê Cotmehê de ji Îdlibê derbazî Efrînê bûbûn û ew pêşveçûn li pêşberî artêşa Tirk pêk hatibû ku bingehên wê li herêmê belav in. Loma, karbidestên Rêvebirîya Xweser, Tirkîyê bi piştevanîya HTŞ'ê tawanbar dikin û bawer dikin ku Enqere dixwaze HTŞ dijî Kurdan û Rojava têxe tevgerê.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_10_31_2022_HTŞ_Minbic_Şervan_Derwîş