Komên Çekdar yên Ser bi Tirkîyê li Gundewarê Helebê Şerê Hevdu Dikin

Endamên Heyat Tehrîr El-Şam (HTŞ) li dervayê Efrînê xwan dibin (13/10/2022)

Pevçûnên di navbera Heyat Tehrîr El-Şam (HTŞ) û komên çekdar yên di nava Artêşa Netewî (El-Ceyş El-Wetenî) ya opozisyona Sûrî de, ev e hefteyeke li gundewarê Helebê didomin.

Li gor çavkanîyên xwecîhî, ev pevçûn li sêgoşeya Ezaz, Bab û Cerablusê diqewimin û ji her du alîyan bi dehan kuştî û birîndar hene.

Rojnamevan Roj Mûsa dîyar dike ku, Cebhet El-Nusra baskê rêxistina El-Qaîdê li Sûrîyê ku niha bi HTŞ tê zanîn, ji destpêka şerê li Sûrîyê ve, bi navên cuda be jî, li gundewarên Helebê tim hebû.

Mûsa, li ser pêşhatên dawî dibêje ku Cebhet El-Nusra hewl dide ku hemû dergehên sînor û yên bazirganîyê bixe destê xwe.

“Şerê niha jibo kontorlkirina derîyê El-Hemran e ku rêya petrol û bazirganîya bi herêmên Rêvebirîya Xweser re ye. Dahata wê digihêje 2 mîlyon dolar mehane, loma her du alîyên şer dixwazin vê rêyê kontol bikin”.

HTŞ, sala par piştî şerê bi hin komên “El-Ceyş El-Wetenî” re, dest danîbû ser deverên fireh li Efrînê.

Hin çalakvan dibînin ku şerê HTŞ niha li gundewarê Heleb berdewamîya wê yekê ye ku Tirkîyê rê daye wê komê ku herêmên bakur rojavayê Sûrîyê kontrol bike û pevçûnên çêdibin tenê jibo pêkanîna vê daxwaza Tirkîyê ye.

Di vê derbarê de, çalakvan Egîd Roj îdîa dike ku planeke dewleta Tirk ya sîyasî û leşkerî heye.

“Tirkîye dixwaze hemû herêmên dagirkirî bixê bin kontrola komeke tenê ku van herêman bi rêve bibe. Herwiha ew dixwaze çekdarên Cebhet El-Nusra li ser enîyên bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re bi cîh bike, loma rê ji HTŞ re vedike ku dest dîne ser van herêman”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê sala 2016’an di bin navê operasyona “Mertala Feratê” de derbazî nav axa Sûrîyê bûbû û herêmên Ezaz, Bab û Cerablus yên gundewarê Helebê dagîr kiribûn û hejmareke bingehên leşkerî li wan herêman ava kiribûn.

Hemahengîya Sûrî ku weke opozisyona nêzî Tirkîyê tê zanîn, îdîa dike ku ev herêm bin kontrola wê de ne û komên çekdar “El-Ceyş El-Wetenî” girêdayî “Hikûmeta Demkî” ya vê opozisyonê ne.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_09_26_2023_HTS_Pevcun_Heleb