Serdana Şanda Sûrî ya Enqerê Çawa Tê Nirxandin?

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan doh bi wezîrê derve yê hikûmeta nû ya Sûrîyê Esad Hesen el-Şîbanî re li Enqerê li Kullîya Serokomarîyê hat ba hev. Di vê pêşwazîkirinê de, wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan jî di hevdîtinê de amade bû.

Berî vê hevdîtinê serokomarê Tirkîyê Erdogan bangî hemû dewletan kir ku bila destê xwe ji Sûrîyê vekişînin. Li gor hin çavdêran tê dîyar kirin ku Erdogan ev mesele bi Şîbanî re jî peyîvîye.

Pisporê têkilîyên navnetewî Doç. Dr. Alî Fuat Gokçe, ev serdan ji Dengê Amerîka re nirxand. Gokçe ragihand ku ev serdan pêkana di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de rewşeke nû bide destpê kirin.

“Di demên berê de hatibû dîyar kirin ku pêkan e Ehmed el-Şeri’ were Tirkîyê, lê şanda Sûrîyê hat. Nehatina wî dibe ku jiber hin egerên ewlekarîyê be jî, lê dîsa jî dikarim bêjim ku hevdîtinên ku ligel serokomar Erdogan pêk hat gelek girîng in. Cara yekê ye ku serdaneke wiha tê kirin. Di van demên dawî de Tirkîyê di warê pêşketina Sûrîyê de roleke bingehîn list. Ez bawerim ku piştî vê hevdîtinê jî, dê ev rol zêdetir derkeve pêş.”

Têkilîyên Tirkîyê û Sûrîyê ji sala 2011’an heta hikûmeta nû ya Sûrîyê ve, di rewşeke ragêşîyê de derbaz dibûn. Hate dîyar kirin ku ev hevdîtin pêkan e bibe destpêkek nû jibo gêşkirina têkilîyên ku ev demeke dirêje hatine rawestandin.

Dîsa di vê hevdîtinê de tê gotin ku mijarên wek asayîkirina têkilîyên Tirkîyê û Sûrîyê, ewlehîya sînor, hebûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û vegera penaberên Sûrîyê li ser hatine rawestandin.

Civîna Erdogan-Şîbanî ji çapemenîyê re girtî bû, lê piştî civînê Serokatîya Rahihandinê ya Serokomarîyê derbarê hevdîtinê de daxuyanî da.

“Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê derva yê rêveberîya nû ya Sûrîyê Esad Hesen el- Şîbanî, wezîrê berevanîyê Murhef Ebû Qesra û serokê rêxistina îstîxbarata giştî Enes Xettab qebûl kir. Li Kullîya serokomarîyê di pêşwazîyê de ‘rewşa dawî û gavên ku li ser esasên parastina yekparçeyîya axa welêt werin avêtin, hatine nirxandin.”

Di navbera Hakan Fîdan û Esad Hesen el-Şîbanî de jî hevdîtinek pêk hat. Piştî hevdîtinê, daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de, Fîdan ragihand ku ew dixwazin astengîyên ku li ser Sûrîyê hene werin rakirin. Şîbanî jî ragihand ku heke Sûrîye têkeve nav xeteke normal, dê pirsgirêkên heyî jî çareser bibin.

“Em wek rêveberîy Sûrîyê ya nû dixwzain ku axa Sûrîyê jibo Tirkîyê nebe xetere. HSD bi xwe li bakur û rojhilatê Sûrîyê ye. Em dixwazin ku herêm car din têkeve bin kontrola hikûmeta navendî ya Sûrîyê û nasnama Ereban car din paşta were zivirandin û derkeve pêş,” Şîbanî got.

Prof. Dr. Mazhar Bagli ji Dengê Amerîka re ragihand ku di vê serdanê de du tiştên girîng derketine pêş.

“Di armanca vê serdanê de bi ya min du tiştên girîng hene. Ya yekê; eva 11 sale ku li Sûrîyê sîstema dewletê hatîye rûxandin. Tirkîye dixwaze ku di damezirandina vê sîstema Sûrîyê ya nû de hevkarî bike. Ya duyê jî Tirkîye dixwaze ku di vê sîstema nû de jî yekîya axa Sûrîyê biparêz e. Daxwazên Tirkîyê yên esasî li ser Sûrîyê ev in. Di vê serdanê de em dizanin ku ev mijar zêdetir hatine nîqaş kirin,” Bagli got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku, nûnerên hikûmeta Sûrîyaya nû, ev cara yekê ye e ku bi awayekî fermî têkilîya dîplomatîk li Enqerê pêk tîne. Berî vê serdanê, serokê Sazîya Îstîxbareta Tirkîyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan serdana Şamê kiribû û ligel Rêberê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) Ehmed el-Şeri’ hevdîtin pêk anîbûn.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_01_16_2025_HTS_Serdan