SOHR: Di Pevçûnên Arteşa Rejîma Sûrî û Cîhadiyan de Herî Kêm 130 Kes Hatin Kuştin

Hin endamên HTŞ li parêzgeha Îdlib di dema rahênanên çekdarî de

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Pêncşemê got ku de pevçûnên di navbera artêş û cîhadîyan de li bakurê rojavayê welêt, zêdetirî 130 çekdar hatine kuştin.

SOHR dîyar kir ku grûpa cîhadî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û komên hevbendên wê roja Çarşemê êrîşeke nişkave birine ser hêzên artêşa Sûrî li bakurê parêzgeha Helebê.

"Jimara kuştîyên di pevçûnên ku di 24 saetên borî de didom in de gihîşt 132 kesan; 65 çekdarên HTS, 18 ji komên hevbend û 49 endamên hêzên rêjîmê", SOHR got.

Çavdêrîyê destnîşan kir ku hin ji pevçûnan, li devera ku dikeve navbera parêzgehên Idlib û Helebê, kêmtirî 10 kîlometre li başûr-rojavayê derûdora bajarê Helebê pêk tên.

Artêşa Sûrîyê di daxuyanîyek de ragihand ku "rêxistinên terorîst yên çekdar yên di bin navê Enîya terorîst ya Nusra de li parêzgehên Heleb û Idlibê hene, sibeha Çarşemê êrîşek mezin û berfireh pêk anîn."

" Êrîşa bi çekên navîn û giran gund û bajarokên ewle û cihên me yên leşkerî li wan deveran armanc kirin. Artêşê bi hevkarîya hêzên dost" bersîva êrîşa "ku hîna jî didom e" da, û "ziyanên giran" gihand komên çekdar gihandin," daxuyanîya leşkerî got, bêyî eşkerekirina ziyanên hêzên Sûrî.

SOHR got ku HTŞ piştî pevçûnên dijwar bi hêzên rejîmê re bi piştgirîya esmanî ya Rûsî, li parêzgeha Idlibê pêşde diçe, ku kontrola gundên Dadix, Kefr Batih û Şêx Elî bi dest xistîye.

"Ev gund jiber nêzîkbûna wan ya bi rêya navnetewî M5 re xwedî girîngîyeke stratejîk in, " SOHR got, û anî ziman ku komên ku berê du cihên din kontrol kirin, "hewl didin ku rêya navneteweî ya Heleb û Şamê bibirin".

Çavderîyê herwiha got ku li derdora Sarmîn û deverên din li parêzgeha Idlibê "firokeyên şer yên Rûsî êrîşên esmanî tundtir kirine", tevî topbarakirina giran û avêtina roketan.

HTŞ, ku ji alîyê şaxê Sûrîyê yê berê yê El-Qaîdê ve tê birêvebirin, beşek ji herêma bakurê rojavayê Idlibê û perçeyên parêzgehên Heleb, Hama û Lazqiyê kontrol dike.

Şerê navxweyî yê Sûrîyê destpê kir, piştî ku Serok Beşar el-Esad xwepêşandanên dijî hikûmetê di 2011’an de tepeser kir, û serîrakirin veguherî pevçûnek tevlihev ku artêşên biyanî û cîhadî jî beşdar bûne.

Di şerî navxweyî yê Sûrîyê de, heya nizha Zêdetirî 500 hezar kes hatine kuştin, bi mîlyonan kes koçber bûne, binesaziya welat û pîşesaziya welêt hilweşîyane.

Li herêma Idlibê agirbestek heye-- ku gelek caran hatiye binpêkirin lê hîn jî bi giranî didome- ku bi navbeynkarîya Tirkîyê û hevbenda Şamê Rûsya piştî êrîşa hikûmeta Sûrîyê di Adara 2020’an de, çêbû.

Jêder: SOHR