Rêveberîya Xweser Banga Aramiyê Dike Û HTŞ Nêzî Bajarê Hemayê Dibe

Derdora bajarokê Seraqib, bakurê Sûriyê

Berdevkê Fermî yê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akef, têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyê bi taybet li Heleb û gundewarê wê, ji bo Dengê Amerîka daxuyanîyek nivîskî da, Akif got, "Pêşveçûnên li Heleb û herêmê diqewime geşedanên bilez in."

Akif bal kişand ser helwesta berdewam ya Rêveberiya Xweser ji destpêka damezrandina xwe ve di warê danûstandina ligel hemû aliyan de û got :

"Em her dem tekezîya aramiyê dikin û xewsteka me eve ku hewl didin ku bi ti aliyekî re nekevin pevçûn û aloziyan de".

Di berdewamiya axaftina xwe de Berdevkê Fermî yê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriy destnîşan kir ku rola wan di hewldana garantîkirin û parastina gel de ye û wiha got: "Rola me li Sûriyê bingehîn û girîng e û em dixwazin hebûna xwe li ser bingeha xweparastinê saz dikin."

li alîyekî din, partîyên kurdên Sûrîyê di wê bawerîyê de ne, ku Tirkîyê li paş Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ)ê ye ku derbasî Helebê û gundewarê wê dibe.

Sekretêrê Partîya Çep ya Kurdî li Sûrîyê Mihmedê Mûsê piştî têkçûna hewlên Tirkîyê y;n ji bo normalkirina peywendîyan bi Rêjîma Sûrîyê re xwest nexşeya kontirolê biguher'ne.

"Tirkîyê fişarê li Rêjîmê dike ku wê bikşîne masa dîyalogê û normalkirina peywendîyan," Mûsê got.

Li alîyekî din, hin partîyên dervayî Rêveberîya Xweser di wê bawerîyê de ne ku şerê Sûrîyê derbasî qonaxek metersîdar dibe.

Endamê serokatîya Partîya el-Wihdê Mistefa Meşayîx dibîje divê tevgera kurdî li ser hev be û parastina miletê kurd bikin.

"Tirkîyê wê hewl bide ku êrîşek bejahî dijî herêma kurdan pêkbîne," Meşyîx got.

Heya dema amadekarîya vê raporê şer û pevçûn berdewam in, kurdên Sûrîyê jî tekezî ser parastina herêm û gelê kurd li Sûrîyê dikin, di heman demê de tekezî ser helwesta xwe ku ew bi kêmkirina alozîyê re bin dikin.

Li alîyekî din pêşveçûnên meydanî li Helebê û gundewarê wê dom dikin.

Her wisa HTŞ li gundewarê başûrî Îdlibê pêşve diçe.

Li gorî agahîyên tekez ku HTŞ destpêka bajarokê Xan Şeyxûna li başûrî Îdilibê ketîye şerekî giran bi rêjîmê re û hin agahî dibêjin ku rêjîm revîya û HTŞ ew bajarok kontirol kir.

HTŞ di pêşveçûnek giring de doh bi şev de ,bajarokê Seraqibê yê ser rêya M5 kontirol kir.

M5 ku bajarê Helebê bi başûrî Sûrîyê ve girê dide dikeve.

HTŞ bi girtina bajarokê Seraqibê, dê rê ji bo gundewarê başûrî Îdlibê ku di destê rêjîmê de ye vekir.

Şopîner di wê bawerîyê de ne ku bi girtina Xan Şeyxûn,û Seraqib HTŞ berê xwe bide naçeyên bakûrê Hemayê.

Çavkaniyên kenala Sky News ji herêmê radgihînin ku HTŞ 15 kîlometran nêzî bajarê Hamayê bûye.

Your browser doesn’t support HTML5

Kurd û Şerên li Helebê