HTŞ 8 Taxan li Helebê Kontrol Dike

Çekdarên Sûrî û hevalbendên wan yên bi piştgirîya Tirkîyê îro Înê gihiştin derdora bajarê Helebê yê li bakurê welêt, piştî ku du êrîşên bi otombîlên bombekirî pêk anîn.

Çekdar xwe digehînin hin taxên bajarê Helebê piştî şerê sê rojan ku weke êrîşên herî tund yên di çend salan de li dijî rejîma Sûrî tên nirxandin.

Jêderkî ji Îdilibê ji Dengê Amerîka re tekez kir ku çekdarên HTŞ roja Înê piştî nîvo derbasî Helebê bûn.

Emced navê ne rast yê çalkavenkî sivîl ji Îdlibê ye ji Dengê Amerîka re tekez kir ku Înê piştî nîvro HTŞ 8 tax li Helebê kontrol kirin.

"Çekdarên HTŞê Derbasî Helebê bûne, heya niha 8 tax kontirol kirine, û piştî nîvro Înê şerên giran li derdora avahîya istxbaratê ya rejîmê li Helebê rûdide û pêşveçûna HTŞ berdewam e di nava taxên bajêr de,"Emced got.

Li gor çavdêrîya Sûrîyê ya Mafê Mirovan (SOHR) ku di ecama topbarandina Rûsyayê de bo ser Îdlibê 23 sivîl hatin kuştin.

Emced piştrast kir ku balafirên Rûsî di topbaranê de ne aktîve, piranîya topbarandinê ji alîyê Rejîmê ve pêktê.

Hêzên Sûrîya Demoqratîkê di daxuyanîyên xwe ya yekê de derbarê pêşveçûnên lezgîn li Helebê de got ewê li gor pêwîstîyê têkeve tevgerê de.

Berpirsê ragihandina HSD Ferhad Şamî li ser Ronahî TV got ku ew rewşa li Helebê dişopînin û Tirkîyê li paş van êrîşan e.

Şamî got ku ewê li gor pêwîstî û parstina gelê xwe tevbigerin.

Di nava van êrîşan de metersî li ser herêma Şehba, Til Rifet ku bi hezaran derbiderên Efrînî lê bi cîh bûne, heye.

Jêderên cûda ji herêma Şehbayê dîyar kir ku jîyan bi rengekî normal didome, tevî ku metirsî heye HTŞ û çekdarên ser bi Turkîyê ve êrîşî Şehbayê bikin.

Hat gotin ku Leşkerên Rûsî ji balafirgeha Minxê xwe kişandin, lê li gor jêderekî sivîl ji Dengê Amerîka re got ku ev agahî ne raste û hêzên Rûsî li Til Rifetê li cîhê xwe ne.

Neda Ednan çalakvanek jine li Şehbayê rûniştîye tekez dike ku rewşa taxên kurdan jî heya niha aram e.

"Hêzên Rûsî li cîhê xwe ne, wekî din ez bawer nakim ku çekdarên HTŞ vê şaştîyê bikin ku êrîşan bînin ser herêmên kurdî li Helebê," Neda Ednan got.

HTŞ û çekdarên opozisyonê yên ku piştîvanîya xwe ji Tirkîyê distînin roja 27 vê mehê êrşek berfireh ji Îdlibê ber bi Helebê ve pêkanîbûn, di nava sê rojan de, roja Înê derbazî Helebê bûn û bersîvdana rejîma Sûrîyê lawaz dibe. Hîn jî şer û pevçûn li herêmên cuda didomin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_11_29_2024_HTS_Aleppo