Li Bajarê Hums'ê Operasyonek Ewlekarî Ya Berfireh Tê Encamdan

Leşkerên Heyet Tehrîr El Şam - Lîwa Xalid

Medya dewletê roja Pêncşemê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Sûrîyê li bajarê Humsê operasyoneke ewlekarîyê pêk tînin.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrî SANA ji zarê karbidestekî ewlekarî got:

"Wezareta navxweyî bi hevkarîya beşa operasyonên leşkerî li taxên bajarê Humsê operasyoneke berfireh rêve dibe ".

Di daxuyanîyê de armanca operasyonê wek "tawanbarên şer û kesên tevlî tawanan bûne yên ku nexwestin çekên xwe radest bikin û biçin navendên niştecihbûnê, herwiha kesên ku veşartina cebilxane û çekan, ji dadwerîyê direvin," hat ragihandin.

Ji dema ku serhildayên Îslamî di 8’ê Berfanbarê de piştî êrîşeke 12 rojan dest danîn ser desthilatê, hikûmeta veguhêz leşkerên berê tomar dike û ji wan dixwaze ku çekên xwe radest bikin.

"Wezareta navxweyî bang li niştîcehên taxên Wadî el-Dehab, Ekrama dike ku dernekevin kolanan, li malên xwe bimînin û bi bi hêzên me re hevkariyê bikin," di daxuyanîyê de hat gotin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di operasyona li Humsê, berpirsên xwepêşandanan yên ji civaka kemanî Elewîyan jî hene.

Serokê SOHR’ê Ramî Ebdil Rahman, ji AFP re got ku her du tax jî bi piranî Elewî ne, civata ku serokê têkçûyî Beşar el-Esad jê tê.

" Armanca Operasyona berdewam lêgerîna milîsên Şebîha yên berê û kesên ku xwepêşandanên Elewî yên hefteya borî darxisitn yan jî beşdarî wan bûne ye, ku rêvebirî wek azirandinek dijî desthilatdarîya xwe nirxand, dike," wî got.

Şebîha milîsên navdar yên alîgirê hikûmetê bûn ku bi alîkariya jibo astengkirin yan çewisandina xwepêşandan yan nerazîbûnan di bin kontrola Esed de hatibûn erkdarkirin.

Di 25’ê Berfanbarê de, li gelek deverên Sûriyê bi hezaran kes beşdarî xwepêşandan bibûn, piştî ku vîdyoyek belav bû ku tê de êrîşek dijî perestgeheke Elewiyan li bakurê welat nîşan dida.

AFP nikarî bi awayekî serbixwe dîmen û dîroka bûyerê piştrast bike lê wezareta navxweyî got ku vîdyo "kevn e û dîroka rizgarkirina Helebê ya di Berfanbarê de ye" .

Ji dema bidestxistina desthilatê, serkirdayetîya nû ya Sûrîyê bi dubarekî ji komên kemanî re dibêje ku ewê zararê nebînin.

Elewî ji berteka dijî civaka xwe ditirsin, hem mîna komek kemanî ya olî hem jî jiber têkilîya dirêj bi malbata Esad re.

Hefteya borî, hêzên ewlekarîyê, li rojavayê parêzgeha Tartusê, li navça Elewîyan dijî çekdarên alîgirên Esad operasyonek dan destpê kirin, medya dewletê got, rojekê piştî ku 14 karmendên ewlekarî yên desthilatên nû û sê çekdar di pevçûnên li wir hatin kuştin.

Jêder:AFP