Mediya ya nêzîkî opisyona Sûrîyê ku piştîvanîya xwe ji Tirkiyê digire, nûçeya vekişandina hêzên Rûsî û hikûmeta sûrîyê ji Eyîn Îsa ragihand.
Her wisa di nûçeyan hat gotin ku hêzên Rûsî ji bingeha Til Semen jî xwe vekişand.
Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, Riyad Xelef nûçeyên têkildarî vekişîna hêzên Rûsya û hikûemta Sûriyê ji bajarokê Eyîn Îsayê red kir.
Riyad Xelef, Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî (Til Ebyez) di daxuyaniyekê de ji Dengê Amerîka re ragihand û got, "Agahiyên derbarê vekişîna hêzên Rûsî ji Eyn Îsayê de nerast in, em amade ne, û ji aliyê Rûsan û hikûmeta Sûriyê ve vekişîn tune ye."
iyad Xelef got, vekişîn tune ye, li rojava û rojhilatê Eyîn Îsa ew hêz li cihê xwe ne, û Rûs jî li bingehên xwe ne .
Riyad Xelef diyar kir û got, "Hêzên hikûmeta Sûriyê li çeperên xwe ne, û hêzên Rûsî li baregehên xwe yên li Eyn asa û Til-Samin in."
Hate zanîn ku îroj duşemê hêzeke Rûsî ji Tiltemirê berê xwe da Eyîn Îsa li bingeha Til Semen, her wisa li rojhilatê Kobanîyê Dewreyeke leşkerî ya Rûsî-Tirkî gerîya.
Your browser doesn’t support HTML5