HSD Dibêje Hin Deverên Dêrezorê ji Komên Çekdar Hatine Paqij Kirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku jimareke dever ji destê komên çekdar hatine rizgar kirin û 3 çekdar jî hatine kuştin.

“Hêzên Operasyona Xurtkirina Ewlehîyê şeva borî û îro danê sibê çeteyên li herêmên Cidêdet Begara û Cidêdet Igêdat kirin armanc, yên li rojavaya çemê Firatê ku di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de bûn."

HSD dîyar kir ku li heremê tevî şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin, operasyan jiber helwesta çekdaran tundtir dibe.

"Li gundên Şihêl û Zubîyan îro danê sibê di navbera hêzên û çeteyan de şer derket. Jiber tirsandina welatîyan, talankirin û wêrankirina sazîyên xizmetguzarîyê ku çete pêk tînin, operasyon bi rengekî tundtir berdewam bike."

HSD ragihand ku gundê El-Dehla û piranîya bajarokê El-Besîra îro ji destê komên çekdar hatine rizgar kirin û 3 çekdar hatine kuştin.

"Hêzên Asayîşê îro operasyona li gundê El-Dehla û gelek beşên bajarokê El-Besîra bi serketî bi dawî kir û 3 çeteyên girêdayî ‘Newaf El-Beşîr’ hatin kuştin," HSD’ê got.

HSD herwiha destnîşan kir ku komên çekdar bi armanca astngkirin û derengxistina operasyonê xwe di malan de vedişêrin û êrîşê qadên sivîl dikin.

HSD bi berdewamî soza berdewamkirina operasyona ′Xurtkirina Ewlehîyê′ da, heta ku tevahîya armancên operasyonê bi cîh bînin.

′′Hêzên operayona ′Xurtkirîna Ewlehîyê′ yên li Dêrazorê heta ku armancên operasyonê bi temamî pêk bînin pabendbûna xwe ya berdewamkirinê dubare dikin, bo paqijkirina herêmê ji komên çete û şaneyên terorîst yên DAIŞ’ê. Hêzên operasyonê wê nahêlin ku komên çete herêmê bikin qada sûcên xwe û wê nehêlin zîyanan bigehînin sivîlan, ′′ HSD’ê got.

HSD bal kişand ku wê komên çekdar hewil didin ewlehî û aramîya herêmê xirab bikin, lê ewê hemû rêbazên leşkerî yên rewa dijî wan bi kar bînin û wan tune bikin.

Çavdêrîya Sûrîye ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku HSD û hejmerake hêzên Asayîşê jiber xwepêşandanên piştî nimêja Înê ji bajarê Hecîn û bajarokê El-Sûsa ji vekişîne ku bi rûniştvanan re rûbirû nemînin.

SOHR got ku piştî vekişîna HSD û Asayîşê, çekdarên xwecîhî li hindurê bajar û li ber navenda Asayîşê belav bûne.

SOHR dîyar kir ku çekdarên xwecîhî yên girêdayî "Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê" piştre navenda Asayîş û xaleke kontrolê ya li derîyê bajarokê Hecîn li gundewarê rojhilata Dêrezorê bi dest xistine.

′′Li ser vê yekê, li bajarokên Tîban û El-Şuhil û li derdora Cedîdet Bekara li gundewarê Dêrezorê, di navbera HSD’ê û endamên meclisa leşkerî ya Dêraezorê û çekdarên girêdayî wê de şer û pevçûnên demkî diqewimin,′′ SOHR got.

Ji alîyê din ve Balyozxaneya Amerîka li Sûrîyê, do şeva Pêncşemê bi peyameke li ser X (Twitter) di derbarê pevçûnên li herema Dêrezorê diqewimin de, xembarîya xwe dîyar kir.

"Amerîka ji tundîya vê dawîyê ya li Dêrezorê ya Sûrîyê pir bi fîkar e, ku di nav de hindakirina jîyanê jî heye. Em bang li hemû alîyan dikin ku alozîyê kêm bikin û bi aştîyane rewşê çareser bikin,” balyozxaneya Amerîkî got.

Balyozxanê hevkarîya berdewam ya Amerîka bi HSD’ê re ya bo parastîna aramîya li Sûrîyê piştrast kir.

"Amerîka armanca xwe ya bo kêmkirina êş û azarên gelê Sûrîyê careke din piştrast dike, di nav de bo têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê bi rêya hevbeşîya ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk,” balyozxaneya Amerîkî got.

Hejayî balkişandinê ye ku HSD’ê di 27’ê Tebaxê de bi piştgirîya hêzên Koalîsyona Navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka li herema Dêrezorê dest bi operasyana ‘Xurtkirina Ewlehîyê’ kiribû.

HSD, herwiha roja Çarşamê jî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed El Xebîl, ku wek Ebû Xewla tê zanîn, ji kar hatîye dûrxistin.

HSD îdia kiribû ku El Xebîl gelek sûc û binpêkirin kirine, bi alîyên derveyî yên dijberî wê re hevkarî kirîye, dijî gelê herêmê tawan pêk anîne û wî herwiha bazirganîya madeyên hişbir kirîye.

HSD dibêje ku armanca operasyana ‘Xurtkirina Ewlehîyê’ tekbirina torên veşartî yên DAIŞ’ê, tunekirina bazirganên madeyên hişbir û komên talankar yên li heremê ye.

Piştî destpêkirina operasyonê, li Dêrezorê di navbera HSD û çekdaran de şer û pevçûnên tund derket ku hê jî didomin û jimareke şervanên HSD’ê û çekdarên girêdayî eşîrên Ereb hatine kuştin.

Jêder: HSD, SOHR, Balyozxaneya Amerîkî li Sûrîyê