HSD'ê Taxeke li Rojavayê Reqa ji DAIŞ'ê Sitand

Şervanên HSD'ê li hindurê Reqa

Reuters'ê ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Amerîka, Taxa Qadisîa ya Reqa do Yekşemê ji dest cîhadîyan derxist.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, piştî operasyonên dorpêçkirina Reqa, di serê vê mehê de dest bi êrîşên li ser wî bajarî kiribû.

HSD'ê bi daxuyanîyekê da zanîn ku Qadisîa ya li rojavayê Reqa, piştî pevçûnên gur yên sê rojan ji destê DAIŞ'ê derxistîye.

Şervanên HSD'ê, di 18 mehên dawî de, li çoltera bakurê Surîyê li hember çekdarên DAIŞ'ê her bi pêşde diçin.

Koalîsyona pi pêşengîya Amerîka, di operasyona Reqa de, bi êrîşên esmanî piştgirîya HSD'ê dike.

Koalîsyonê vê mehê ragihandibû ku Turkî Bînalî, ku yek ji rêberên olî yên DAIŞ'ê ye, di êrîşeke esmanî de hatîye kuştin. Heftaya borî jî, koalîsyonê dabû zanîn ku Fawaz el-Rawî, ku fînansorekî mezin yê DAIŞ'ê bû, bi êrîşeke esmanî hatîye kuştin.

Lê, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dide zanîn ku di êrîşên esmanî yên koalîsyonê de, jimareke bilind ya sîvîlan jî tê kuştin.

SOHR'ê, pêr Şemîyê dîyar kiribû ku li dora Reqa, di êrîşên esmanî yên koalîsyonê de heta niha bi qasî 700 sîvîl hatine kuştin. Koalîsyon dide zanîn ku bo sîvîl neyên kuştin bi baldarî tevdigere û hemî kuştinên sîvîlan jî vedikole.