Piştî çend rojan ji derbazbûna “Heyet Tehrîr El-Şam” yan“Cebhet El-Nusra” ya herêma Efrînê û kontrolkirina deverên fireh, agahî hene ku “HTŞ” û komên çekdar yên girêdayê Tirkîyê ne, li ser hin mijaran li hev kirine.
Di vê derbarê de Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) helwest nîşan da û xwest ku tevgereke navdewletî ya lezgîn pêk were, da ku rê li ber rêxistinên terorîst bê girtin, ku ev kom di demên dawî de hîndarî, perepêdan û endamên nû werdigirin.
HSD'ê bi daxuyanîyekê eşkere kir ku çekdarên rêxistina “Hiras El-Dîn” li Efrînê bicîh dibin, ku şûna koma bi navê “Feyleq El-Şam” girtine û li gundên Basûtê, Kibêşînê û li çend xalên din li gundewarê başûrê Efrînê belav bûne.
Herwiha HSD'ê ragihand ku 300 çekdarên “HTŞ” li wê deverê bicîh bûne, li gundên Basûfanê, Fafirtînê, Barîzê û Şêx Eqîl.
HSD'ê got ku ev gav di bin çavdêrîya îstixbarata Tirkîyê de pêk hatiye; piştî civînekê di navbera “HTŞ” û serkirdeyên komên çekdar de ku girêdayê Tirkîyê ne.
Li gor jêderan ew civîn li bajarokê Sermeda yê girêdayê parêzgeha Îdlibe û li ser sînorê Tirkîyê ye pêk hatiye.
Di wê civînê de “HTŞ” û komên çekdar li hev kirine, ku “HTŞ” derbazî gundewarê bakur û rojhilata Helebê bibe û li beryên wê were bicîh kirin, yan li herêmên Efrîn, Bab û Cerablusê.
Di vê çarçoveyê de tê zanîn ku, ev herêmên navborî di bin serwerîya artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê v ne, ku “Hikûmeta Demkî” ya “Îtîlafa Opozisyonê” wan bi rê ve dibe.
Di vê derbarê de HSD'ê bal kişand ku armanca Tirkîyê ji vê rêdana belavbûna “HTŞ” û “Hiras El-Dîn” avakirina çemberekê ye, ku bi “Çembera Reş” bi nav kiriye.
Herwiha li gor HSD'ê, ev her du kom li enîyên şer ji başûrê Efrînê heya Minbîc û rojavayê Kobanê têne bicîh kirin, da ku di egera êrîşan de werin bi kar anîn.
Her di mijara derbazbûna “HTŞ” jibo Efrînê û gundewarê bakur û rojhilata Helebê de, ku berî çend rojan navenda bajêra Efrînê û deverên fireh li herêmê kontrol kiribûn û xwestibû berê xwe bide Ezazê, lê pevçûn di navbera “HTŞ” û koma bi navê “Feyleqa Sisyê” de, li nêzî gundê Kefercenê yê Efrînê, derketibû.
Li gor medya girêdayê wan komên çekdar, alîyê Tirkîyê navbeynkarî kiriye ku pevçûn rawestin, herwiha reşnivîsa lihevhatinekê di navbera wan de belav kiriye.
Li gor wê reşnivîsa lihevhatinê, ku ta amadekirina vê raportê nehatiye piştrast kirin, rêvebirîyeke yekgirtî jibo herêmên jêr dest “HTŞ” û komên çekdar de tê ava kirin, yan ji Îdlîb heya Efrîn, Ezaz, Bab û Celablusê, herwiha hêzeke leşkerî ya hevbeş ji her du alîyan tê ava kirin.
Sebaret derbazbûna “HTŞ” û pevçûnên çêbûnî de, navenda ragihanda HSD'ê dîyar kir ku, “HTŞ” bi fermana Tirkî derbaz bûye û pevçûnên çêdibin jibo nixumandina ser rola wê ye, ku herêm veguherîye cîhekî ewle ya bo “DAIŞ” û “Cebhet El-Nusra”.
Herwiha HSD'ê got ku ew ti ferq û cudahîyê di navbera “HTŞ” û komên çekdar yên din de nabîne, ku herêmên jêr destê wan de dagîrkirî ne û divê bên rizgar kirin.
Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:
Your browser doesn’t support HTML5