HSD li Dêrezorê Operasyonênên Dijî DAIŞ'ê Didomîne

Your browser doesn’t support HTML5

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dide zanîn ku wan li herêma Dêrezorê rêberekî DAIŞ'ê kuştiye û yekî din ji girtîye.

HSD dibêje di operasyona bajarokê Cezra El-Melak, terorîstê bi navê Ebû Hemze Şamiyê hate kuştin. HSD dide zanîn ku Ebû Hemze berpirsê amadekirina plan û operasyonên terorîstî li herêmê bû.

HSD dîyar dike ku di operasyoneke din de jî terorîstê bi navê Şukrî Kemal Xelîl hatiye girtin ku ew yek ji berpirsên belavkirina çek û cebilxane û madeyên peqînkar yên DAIŞ'ê ya li herêma Dêrezorê bû.