Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ji Reutersê re got ku tevgerên Tirkîyê yên li sînor gumana operasyonan xurt dike.
Ebdî dîyar kir ku hêzên Tirkîyê bi berfirehî, bi awayekî berê ti carî nehatîye dîtin li sînor bi cîh dibin.
Wî ser tevgerên Tirkîyê bang li Washingtonê kir ku dijî operasyoneke pêkan bertekeke tundtir nîşan bide.
Fermandarê HSD’ê da zanîn ku ew bo berevanîyê hewceyî piştgirîya Amerîka ne û got ku ew nikarin bi sîstemên berevanîyê yên Sûrîyê parastina xwe bikin ku ewê li hember êrîşan hinekî sivik bimînin.
Amerîka, HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek hevkareke girîng dibîne.
Tirkîye îdia dike ku YPG û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) heman rêxistin in û bang li Washingtonê dike ku peywendîyên xwe yên bi wan re bibire.
Karbidestên Tirkîyê herî dawî ser peqîna li Stenbolê PKK û YPG tawanbar kiribûn, lê wan dabû zanîn ku ti peywendîya wan bi êrîşê tuneye.
Kerem kin hevpeyvîna me ya taybet ya bi Serfermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî temaşe bikin:
Your browser doesn’t support HTML5